Yazidi Kurmanji: Bible for Mizgînya ku metta nivîsî

Formatted for Translators

©2022 Wycliffe Associates
Released under a Creative Commons Attribution-ShareAlike 4.0 International License.
Bible Text: The English Unlocked Literal Bible (ULB)
©2017 Wycliffe Associates
Available at https://bibleineverylanguage.org/translations
The English Unlocked Literal Bible is based on the unfoldingWord® Literal Text, CC BY-SA 4.0. The original work of the unfoldingWord® Literal Text is available at https://unfoldingword.bible/ult/.
The ULB is licensed under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 4.0 International License.
Notes: English ULB Translation Notes
©2017 Wycliffe Associates
Available at https://bibleineverylanguage.org/translations
The English ULB Translation Notes is based on the unfoldingWord translationNotes, under CC BY-SA 4.0. The original unfoldingWord work is available at https://unfoldingword.bible/utn.
The ULB Notes is licensed under the Creative Commons Attribution-ShareAlike 4.0 International License.
To view a copy of the CC BY-SA 4.0 license visit http://creativecommons.org/licenses/by-sa/4.0/
Below is a human-readable summary of (and not a substitute for) the license.
You are free to:
The licensor cannot revoke these freedoms as long as you follow the license terms.
Under the following conditions:
Notices:
You do not have to comply with the license for elements of the material in the public domain or where your use is permitted by an applicable exception or limitation.
No warranties are given. The license may not give you all of the permissions necessary for your intended use. For example, other rights such as publicity, privacy, or moral rights may limit how you use the material.

Mizgînya ku metta nivîsî

11Ev e þikilê malbeta Îsa Mesîh: lawê Dawid, lawê Îbrahîm: 2Ji Îbrahîm Îshaq bû, ji Îshaq Aqûb bû, ji Aqûb Cihûda û birayên wîva bûn, 3ji Cihûda Pêrês û Zerah bûn, ji Tamarê, ji Pêrês Hesrûn bû, ji Hesrûn Ram bû,4ji Ram Amînadav bû, ji Amînadav Nehþon bû, ji Nehþon Selmon bû, 5ji Selmon Bowaz bû, ji Rexabê, ji Bowaz Ovêd bû, ji Rût’ê), ji Ovêd Yêþa bû 6û, 6ji Yêþa Dawid p’adþa bû. Ji Dawid p’adþa Silêman bû, (dya wî waxtekê jina Ûrya bû),7ji Silêman Rehobowam bû, ji Rehobowam Ebîya bû, ji Ebîya Asaf bû, 8ji Asaf Yêhoþefat bû, ji Yêhoþefat Yoram bû, ji Yoram Ûzya bû,9ji Ûzya Yotam bû, ji Yotam Ahaz bû, ji Ahaz Hizqîya bû, 10ji Hizqîya Minaþe bû, ji Minaþe Amos bû, ji Amos Yoþîya bû, 11ji Yoþîya Yexonîya û biranva bûn. Hingê cimet hêsîr çûne Babîlonê.12Lê pey hêsîr-çûyîna Babîlonêr’a, ji Yexonîya Þaltyêl bû, ji Þaltyêl Zerûbabel bû, 13ji Zerûbabel Abyûd bû, ji Abyûd Êlyaqîm bû, ji Êlyaqîm Azûr bû, 14ji Azûr Sadoq bû, ji Sadoq Axîn bû, ji Axîn Êlyûd bû,15ji Êlyûd Êlazar bû, ji Êlazar Metan bû, ji Metan Aqûb bû, 16ji Aqûb Ûsiv bû, mêrê Meryema ku ji wê Îsa bû, yê ku Mesîh tê navkirinê. 17Awa hemû, ji Îbrahîmda heta Dawid, çardeh nisil bûn, ji Dawidda heta hêsîr-çûyîna Babîlonê çardeh nisil bûn û ji hêsîr-çûyîna Babîlonêda heta Mesîh dîsa çardeh nisil bûn.18Jidêbûyîna Îsa Mesîh aha bû: Dya wî, Meryem Ûsivr’a nîþankirî bû, lê hê dergîstî bû, bi hikumê Ruhê Pîroz duhalî k’ifþ bû. 19Lê Ûsivê dergîstyê wê, ku merivekî rast bû, nexwast wê rûreþ ke, fikirî dizîva berde.20Gava Ûsiv hê ser vê difikirî, xewnêda milyaketê Xudan wîva k’ifþ bû, got: «Ûsivê kur’ê Dawid! Netirsî, ku dergîstya xwe Meryemê hildî cem xwe. Zyaroka ku wê jê bibe, ew bi hikumê Ruhê Pîroz e. 21Ewê kur’ekî bîne û gerekê navê wî daynî Îsa , çimkî ewê cimeta xwe ji gunehên wan rizgar bike.»22Ev her tiþt aha bû, ku gotina Xudane bi zarê pêxember bê sêrî, ku dibêje: 23«Va ye, qîza bik’ir wê duhalî derê, kur’ek wê jê bibe û navê wî wê daynin Îmmanûyêl» , ku tê femkirinê: «Xwedê mer’a ye.»24Ûsiv jî, ku ji xewê rabû, weke fermana milyaketê Xudan kir: dergîstya xwe bire cem xwe. 25Lê dest nedayê, heta ku kur’ê wêyî nixurî bû. Navê wî danî Îsa.
21Çaxê li Beytlehima Cihûstanê, rojên p’adþatya Hêrodesda Îsa ji dya xwe bû, hingê ji rohilatê steyrkzan hatine Orþelîmê 2û pirsîn: «Ew p’adþayê cihûyane bûyî, k’anê ye? Me steyrka wî li rohilatêda dît û em hatine wî bihebînin.»

3Hêrodes p’adþa hema bihîst, t’evîhev bû, t’emamya Orþelîmê jî pêr’a.4Hingê wî hemû qanûnzanên cimetê û serokên k’ahînan civandin û ji wan pirsî: «Mesîh li k’u gerekê bibe?» 5Wan wîr’a got: «Li Beytlehima Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember aha nivîsar e: 6,,Ay Beytlehim, erdê Cihûda, nava mîrên Cihûdayêda tu ne yekî biç’ûk î, çimkî ji te mîrek wê rabe, ku þivantyê cimeta min Îsraêlê bike’’7Hingê Hêrodes dizîva gazî steyrkzanan kir, ji wan pê hesya, ku steyrk çiçax k’ifþ bûye. 8Ew þandine Beytlehmê, got: «Her’in bona zyarokêda rast bizanibin. Û çaxê wî bibînin, minr’a bêjin, ku ez jî bêm, wî bihebînim.»9Gava wan ji p’adþê bihîst, çûn. Û ew steyrka ku rohilatêda dîtibûn pêþya wanva çû û ser wê dera ku zyarok lê bû sekinî. 10Gava wan ew steyrk dît, gelekî þa bûn,11çûne hindur, zyarok Meryema dya wîva t’evayî dîtin, deverû xwe avîtine ber wî û ew hebandin. Û xeznên xwe vekirin, p’êþkêþên zêr’, bixûr û zimir danê. 12Paþê wan xewnêda ferman stand, ku venegerine cem Hêrodes û rêke dinva çûne erdê xwe.13Hema steyrkzan ji wir çûn, milyaketê Xudan xewnêda Ûsivva k’ifþ bû got: «Rabe zyarokê û dya wî hilde bireve Misirê. Li wir bimîne, heta ku ez ter’a bêjim, çimkî Hêrodesê zyarokê bigere, ku wî bikuje.» 14Ûsiv jî rabû zyarok û dya wî hildan, þevda çûne Misirê 15û heta mirina Hêrodes li wir man. Eva yeka aha bû, ku ew gotina Xudane bi zarê pêxember gotî bê sêrî, ku dibêje: «Ji Misirê min gazî kur’ê xwe kir.»16Çaxê Hêrodes dît, ku ew ji steyrkzanan xapya, gelekî hêrs k’et. Wî ferman da, ku hemû zyarokên kur’îne li Beytlehmê û der-dorên wê bêne kuþtinê: yên du salî û ji wan biç’ûktir, anegorî wî waxtê ku ji steyrkzanan pê hesya bû.17Hingê ew gotina bi zarê Yêremya pêxember hate sêrî: 18«Ji Ramayê dengê hêwerzê, þînê, girî û nelîna giran hat. Rahêl digirya, bona zyarokên xwe û nedixwast sik’in berda bê, çimkî ew îdî t’unebûn.»19Çaxê Hêrodes mir, milyaketê Xudan li Misirê xewnêda Ûsivva k’ifþ bû 20û gote wî: «Rabe, zyarokê û dya wî hilde her’e erdê Îsraêlê, çimkî ewên pey zyarokê k’etibûn, ku ew bikuþtana, mirine.»

21Ûsiv jî rabû, zyarok û dya wî hildan, vegerya erdê Îsraêlê.22Lê gava bihîst, ku Arxêlayo dewsa bavê xwe Hêrodes bûye p’adþayê Cihûstanê, tirsya her’e wir. Hingê wî xewnêda ferman stand, ku her’ine alyê Celîlê. 23Ew jî çûne bajarê ku Nisret digotinê û li wir hêwirîn. Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê pêxemberan bê sêrî, ku: «Wîr’a wê bêjin ,,Yê nisretî’’.»
31Wan rojanda Yûhennayê nixamdar hat, çola Cihûstanêda dannasîn dikir 2digot: «Ji gunehkirinê vegerin, çimkî P’adþatya Ezmanan nêzîk bûye.» 3Ev ew bû, bona k’îjanî Îþaya pêxember gotibû: «Dengê çolêda dike gazî: ,,Rya Xudan hazir bikin û þiveryên wî rast bikin’’.»4K’inca Yûhenna ji pirça devê bû, qayîþeke ç’erm piþtê bû, xwarina wî jî kulî û hingivê çolê bû. 5Hingê ji Orþelîmê, ji hemû Cihûstanê û ji her der-dorên ç’emê Ûrdunê dihatine cem wî, 6gunehên xwe didane rûyê xwe û bi destê wî ç’emê Ûrdunêda dihatine nixamtinê.7Gava Yûhenna dît ku gelek fêrisî û sadûqî jî hatine, ku bêne nixamtinê, gote wan: «Ç’êjikên me’ran! K’ê wer’a got, ku hûn dikarin ji hêrsa tê birevin? 8De bi kirinên qenc bidine k’ifþê, ku hûn ji gunehkirinê vegeryane. 9Û dilê xweda nefikirin nebêjin: ,,Îbrahîm bavê me ye’’. Ez dibêjime we, Xwedê dikare ji van keviran jî Îbrahîmr’a lawan derxe.10Va ye balt’e ber rawê darê danî ye. Her dara ku berê qenc nade, wê bê bir’înê û avîtinê nava agir. 11Ez we bi avê dinixêmim, çawa nîþana dagera ji guneh, lê yekî ji min zortir wê bê. Ez ne hêja me p’êlavên wî jî bigirime destê xwe. Ewê we bi Ruhê Pîroz û agir binixême. 12Bêra wîye bêderê dêstda ye. Ewê bêdera xwe paqij ke, genimê xwe jî bike embarê, lê ka wê bi agirê ku natemire biþewtîne.»13Hingê Îsa ji Celîlê hate Ûrdunê, cem Yûhenna, ku bi destê wî bê nixamtinê. 14Lê Yûhenna wîr’a razî nedibû û got: «Ez hewcê nixamtina destê te me û tu têyî cem min?» 15Îsa lê vegerand got: «Niha bihêle, çimkî li me dik’eve, ku em her rastyê bînine sêrî.» Paþê Yûhenna wîr’a razî bû.16Û hema çawa Îsa hate nixamtinê û ji avê derk’et, ezman vebû û wî dît, wê Ruhê Xwedê mîna kewekê hate xwarê û li ser wî danî. 17Û dengekî ji ezmên got: «Ev e, Kur’ê minî delal, ez ji wî razî me.»
41Hingê Ruh Îsa bire çolê, ku ji alyê Þeytanda bê cêribandinê. 2Wî çil roj û çil þevan rojî girt, peyr’a birçî bû. 3Cêribandok nêzîkî wî bû û got: «Heger tu Kur’ê Xwedê yî, de bêje van keviran, ku bibin nan.» 4Îsa lê vegerand got: «Nivîsar e: ,,Meriv t’enê bi nan najî, lê bi her xebera ku ji zarê Xwedê tê xwarê’’.»5Hingê Þeytan ew bire Bajarê Pîroz, li ser bilindcya banê p’aristxanê da sekinandinê 6û gote wî: «Heger tu Kur’ê Xwedê yî, de xwe bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ,,Xwedê t’emya te wê bide milyaketên xwe û ewê te ser destên xwe bigirin, ku nigê te kêvir nek’eve’’.»7Îsa lê vegerand: «Aha jî nivîsar e: ,,Xudan Xwedê xwe necêribîne’’.»

8Þeytan dîsa ew cêriband: bir û rakire ser ç’yakî gelekî bilind û hemû p’adþatyên dinyayê rewþa wanva nîþan kirinê 9û gotê: «Ezê van her tiþtan bidime te, heger tu deverû bêyî û min bihebînî.»10Hingê Îsa gote wî: «Dûrî min her’e, Þeytan! Çimkî nivîsar e: ,,Xudan Xwedê xwe bihebîne û t’enê wîr’a xizmetyê bike’’!» 11Hingê Þeytan ew hiþt çû û milyaket hatin Îsar’a xizmetî kirin.12Gava Îsa bihîst, ku Yûhenna avîtine hebsê, rabû çû Celîlê. 13Ew ji Nisretê çû û li Kefernahûma devê gola Celîlê: li nava sînorê Zebûlonê û Neftelîyêda cî- war bû.14Eva yeka aha bû, ku ew gotina bi zarê Îþaya pêxember bê sêrî: 15«Erdê Zebûlonê û Neftelîyê, li ser rya berbi golê, wî alyê Ûrdunê, Celîla hêtanosan, 16ew cimeta ku nav tarîstanyêda rûniþtibû ronayîke mezin dît û ewên ku li erd û sya mirinêda rûniþtibûn, ronayî wanr’a derk’et.»17Ji hingêda Îsa dest bi dannasînê kir got: «Ji gunehkirinê vegerin, çimkî P’adþatya Ezmanan nêzîk bûye.»18Gava Îsa li devê gola Celîlê digerya, wî du bira dîtin: Þimhûnê ku nav dibû Petrûs û Endrawsê birayê wî. Wan t’or davîte golê, çimkî mesîgir bûn. 19Îsa gote wan: «Pey min werin, ezê we bikim nêç’îrvanê merivan.» 20Wana jî hema ji wê demêda t’orên xwe hiþtin û pey wî çûn.21Gava Îsa ji wir hinekî pêþda çû, du birayên din jî dîtin: Aqûbê Zebedî û Yûhennayê birayê wî. Wan t’evî bavê xwe Zebedî qeyikêda t’orên xwe hîvês dikirin. Îsa gazî wan jî kir. 22Wan jî hema ji wê demêda qeyik û bavê xwe hiþtin û pey wî çûn.23Îsa t’emamya Celîlê digerya, kinîþtên wanda hîn dikir û Mizgînya P’adþatyê dannasîn dikir û li nava cimetêda her cûr’e êþ û nexaþî qenc dikirin. 24Nav-dengê wî belayî t’emamya Sûryayê bû, cimetê her cûr’e merivên nexaþ anîne cem wî, yên ku cûr’e-cûr’e êþ û nexaþyanda dinelyan: yên cinak’etî, hîvk’etî, þilûþet û ewî ew hemû jî qenc kirin. 25Gelek k’omên merivan jî ji Celîlê, ji qeza Dêkapolîsê, ji Orþelîmê, ji Cihûstanê û ji wî alyê Ûrdunê pey wî diçûn.
51Gava Îsa ew k’om dîtin, rabû ç’yê, rûniþt û þagirtên wî hatine cem. 2Ewî dest pê kir ew hîn kirin û got: 3«Xwezî li ruhfeqîran, çimkî P’adþatya Ezmanan ya wan e. 4Xwezî li heznyan, çimkî ewê bêne berdilîkirinê.5Xwezî li milûkan, çimkî dinya wê p’ara wan be. 6Xwezî li wan, yên ku t’î û birçyê rastyê ne, çimkî ewê t’êr bin. 7Xwezî li dilrehman, çimkî ewê rehmê bibînin. 8Xwezî li dilpaqijan, çimkî ewê Xwedê bibînin.9Xwezî li wan, k’ê haþtyê dikin, çimkî ewana wê lawên Xwedê bêne gotinê. 10Xwezî li wan, yên ku bona rastyê têne zêrandinê, çimkî P’adþatya Ezmanan ya wan e.11Xwezî li we, çaxê bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin û her cûr’e buxdanan li we bikin. 12Þa bin û bireqisin, çimkî maþê we li ezmanan gelek e. Bi vî cûr’eyî pêxemberên ku berî we hebûn zêrandin.13Hûn xwêya erdê ne, lê heger xwê te’ma xwe unda ke, îdî bi çi ewê te’mê bistîne? Peyr’a kêrî t’u tiþtî neyê. Wê bê avîtinê û p’êpeskirinê.

14Hûn ronaya dinyayê ne. Heger bajarek li ser ç’yê ye, nayê veþartinê.15T’u kes ç’irê vênaxe û nake binê derdanê, lê datîne ser p’êç’irê, ku ronayê bide hemûyên malda. 16Usa jî bira ronaya we ber merivan ronayî de, ku ew kirinên weye qenc bibînin û pesinê Bavê weyî ezmanan bidin.17Nefikirin, ku ez hatime nivîsarên pêxemberan û Qanûnê xirab bikim. Ez nehatime xirab bikim, lê ku wan hemûyan bînime sêrî. 18Ez rast dibêjime we, berî derbazbûna erd û ezmên, niqitkek yan herfeke biç’ûk ji Qanûnê wê unda nebe, heta ku her tiþt bêne sêrî.19Awa k’î ji van t’emyan yeke here biç’ûk bit’eribîne û merivan usa hîn ke, P’adþatya Ezmananda wê ji hemûyan biç’ûk bê hesabê, lê yê ku wan pêk bîne û hîn bike, P’adþatya Ezmananda ewê mezin bê hesabê. 20Lema ez dibêjime we, heger rastya we ser rastya qanûnzan û fêrisyan nek’eve, t’u car hûn nak’evine P’adþatya Ezmanan.21We bihîstye, ku pêþyanr’a hatye gotinê: ,,Nekuje! K’î ku bikuje, wê bik’eve ber dîwanê’’. 22Lê ez wer’a dibêjim, k’î ku badîhewa ser birê xweda hêrs k’eve, ewê bik’eve ber dîwanê. Û k’î bêje birê xwe: ,,Bêaqil’’, ewê bik’eve ber dîwana civîna giregiran. Û k’î ku bêje: ,,Bêhiþ’’, wê bik’eve ber dîwana agirê dojê.23Awa heger tu hedya xwe bînî ser qurbangehê û wir bê bîra te, ku dilê birayê te ji te maye, 24hedya xwe li wir ber qurbangehê bihêle û pêþyê her’e birayê xwer’a li hev were û paþê vegere hedya xwe bide.25Çaxê, yê k’îna te girtye, te k’aþî cem hakim dike, rêda zû wîr’a li hev were. Heger na, ewê te bide destê hakim, hakimê jî te bide destê celat û te bavêje hebsê. 26Ez rast dibêjime te, tu ji wir dernak’evî heta p’erê xweyî paþin nedî.27We bihîstye, ku hatye gotinê: ,,Zinêk’aryê neke’’. 28Lê ez dibêjime we, k’î bi temê xirab k’ulfetekê binihêre, ewî dilê xweda îdî wêr’a zinêk’arî kir.29Awa heger ç’evê teyî rastê te ji rê derdixe, wî derxe û ji xwe bavêje. Ter’a hê qenc e, ku endemeke te unda be, lê t’emamya bedena te nek’eve cenimê. 30Û heger destê teyî rastê te ji rê derdixe, wî jêke û wêda bavêje. Ter’a hê qenc e, ku endemeke te unda be, lê t’emamya bedena te nek’eve cenimê.31Ev jî hatye gotinê: ,,K’î jina xwe berde, bira nivîsara jinberdanê bide wê’’. 32Lê ez wer’a dibêjim, k’î jina xwe bêy me’nya qavyê berde, ew dibe me’nya zinêkirina wê û k’î ku yeke mêrberdayî bistîne, ew zinêk’aryê dike.33We ev jî bihîstye, ku pêþyanr’a hatye gotinê: ,,Derew sond nexwe, li ber Xudan sondê xwe bîne sêrî’’. 34Lê ez wer’a dibêjim, qet sond nexwin: ne bi ezmên, çimkî ew k’ursya Xwedê ye, 35ne bi erdê, çimkî ew bingeha p’yên wî ye, ne jî bi Orþelîmê, çimkî ew bajarê P’adþayê mezin e36û ne jî bi serê xwe sond bixwe, çimkî tu nikarî mûkî sipî kî yan reþ kî. 37Lê gotina we bira bibe ,,belê-belê’’ yan ,,na-na’’. Ji vê zêdetir ji yê Xirab e.38We bihîstye, ku hatye gotinê: ,,Ç’ev dewsa ç’ev, diran dewsa diran’’. 39Lê ez wer’a dibêjim, miqabilî xiraban nesekinin. Heger yek þemaqekê rûyê teyî rastê xe, yê din jî bide ber.40Û heger yek te k’aþî ber dîwanê ke û bixwaze kirasê te ji te bistîne, p’otê xwe jî wîr’a bihêle. 41Û heger yek zorê li te bike, ku mîlek rê te bibe, wîr’a dudan her’e. 42Bide wî, yê ji te dixwaze û berê xwe ji wî neguhêze, yê ku ji te dixwaze deyn bike.43We bihîstye, ku hatye gotinê: ,,Hevalê xwe hiz bike, dijminê xwer’a xirabyê bixwaze’’. 44Lê ez wer’a dibêjim, dijminên xwe hiz bikin û dua-dirozge li wan bikin, yên ku nifiran li we dikin, neyarên xwer’a qencyê bikin û bona wan dua bikin, yên ku we dizêrînin, 45ku hûn bibine lawên Bavê xweyî ezmanan. Çimkî ew te’va xwe derdixe, ku him li ser qencan nedîr dide, him jî li ser xiraban û baranê him bona yên rast dibarîne, him jî bona yên nerast.46Heger hûn t’enê wan hiz bikin, yên ku we hiz dikin, hûnê çi maþ bistînin? Ê ne xercgir jî usa dikin? 47Û heger hûn t’enê silavê bidine birayên xwe, îdî hûn çi tiþtî ji ewên din zêdetir dikin? Ê ne xercgir jî usa dikin? 48Awa k’amil bin, çawa Bavê weyî li Ezmanan k’amil e.
61Miqatî xwe bin, rehmên xwe li ber merivan nekin, ku wanva bêne dîtinê. Yanê na, hûnê ji Bavê xweyî ezmanan maþ nestînin.

2Awa çaxê tu rehmê dikî, pêþya xwe bor’yê nexe, çawa durû kinîþt û k’ûçanda dikin, ku meriv pesinê wan bidin. Ez rast dibêjime we, ku wana îdî maþê xwe standye.3Lê çaxê tu rehmê dikî, bira destê ç’epê nizanibe, destê rastê çi da, 4ku rehmên tu dikî bi dizîva bin. Û Bavê te, ku tiþtên tu dizîva dikî dibîne, wê maþê te aþkere bide te.5Çaxê hûn dua dikin, mîna durûyan nebin. Ew hiz dikin kinîþt û meydananda bisekinin dua bikin, ku merivanva k’ifþ bin. Ez rast dibêjime we, wan îdî maþê xwe standye. 6Lê çaxê tu dua dikî, bik’eve oda xwe, pey xwe derî bigire û Bavê xwer’a, ku nayê dîtinê, duayê xwe bike. Û Bavê te, ku tiþtên tu dizîva dikî dibîne, wê maþê te aþkere bide. 7Çaxê hûn dua dikin, mîna hêtanosan zefxeberdar nebin. Wan t’irê bona zef xeberdana wan duayên wanê bêne bihîstinê.8Hûn nebine mîna wan, çimkî berî xwastina we, Bavê we zane çi wer’a lazim e. 9Lê hûn aha dua bikin: ,,Bavê meyî ezmanan! Navê te pîroz be, 10p’adþatya te bê, daxwaza te be, çawa li ezmên, usa jî ser dinyayê.11Nanê meyî rojê roj bi roj bide me. 12Bibaxþîne me deynên me, çawa em dibaxþînine deyndarên xwe. 13Û me nebe ser cêribandinê, lê ji yê xirab rizgar ke, çimkî p’adþatî, qewat û rûmet yên te ne, heta-ha-tê. Amîn’’.14Heger hûn neheqyên merivan bibaxþînine wan, Bavê weyî Ezmanan jî wê bibaxþîne we. 15Lê heger hûn neheqyên merivan nebaxþînine wan, Bavê we jî neheqyên we nebaxþîne we.16Çaxê hûn rojî digirin, mîna durûyan medekirî nebin. Ew medê xwe dikin, ku meriv bizanibin ew rojî ne. Ez rast dibêjime we, ku wan maþê xwe standye. 17Lê çaxê tu rojî yî, rûyê xwe biþo û serê xwe gulrûn ke, 18ku meriv nizanibin tu rojî yî, lê t’enê Bavê teyî ku nayê dîtinê bizanibe. Û Bavê te, ku tiþtên tu dizîva dikî dibîne, wê maþê te aþkere bide.19Li ser dinyayê xwer’a xeznê t’op nekin. Li vê derê zeng û bizûz xirab dikin û diz derevedikin, didizin. 20Lê xwer’a xeznê li ezmên t’op kin. Li wir zeng û bizûz xirab nakin û diz jî derevenakin, nadizin. 21Çimkî xezna te li k’u be, dilê te jî wê li wir be.22Ç’ira bedenê ç’ev e. Heger ç’evê te qenc e, t’emamya bedena teyê ronayî be. 23Lê heger ç’evê te xirab e, t’emamya bedena teyê tarî be. Awa heger ew ronaya ku nav teda ye tarî ye, hingê tarya teda wê hê zêde be!

24T’u kes nikare du axanr’a xulamtyê bike, çimkî yan wê hîlê wî ji yekî her’e û yê din hiz bike yan jî wê hurmeta yekî bigire û yê din bêhurmet ke. Hûn nikarin him Xwedêr’a xulamtyê bikin, him jî mamonar’a.25Lema ez dibêjime we, bona jîyîna xwe xeman nekin, ku hûnê çi bixwin û çi vexwin, ne jî bona bedena xwe, ku hûnê çi li xwe kin. Ê ne jîyîn ji xwarinê zêdetir e û beden jî ji k’incan? 26Teyredên ezmên binihêrin. Ewana ne diçînin, ne didirûn û ne jî embaranda t’op dikin, lê Bavê weyî Ezmanan risqê wan dide. Ê ne hûn ji wan zêdetir in?27Îdî ji we k’î dikare bi xemkirinê gavekê li ser bejina xweda zêde ke? 28Û bona k’incan çima hûn xem dikin? Sosinên çolê binihêrin, çawa þîn dibin, ew ne dixebitin û ne jî dirêsin. 29Lê ez wer’a dibêjim, ku Silêman jî nava wê hemû xezna xweye mezinda mîna yeke ji wan xwe nekir.30Heger gîhayê çolê, ku îro heye, sibê davêjine nava êgir, Xwedê usa wan dixemilîne, lê çiqas zêde bona we wê xemxur be, kêmbawerno? 31Awa hûn xem nekin û nebêjin: ,,Emê çi bixwin’’? yan: ,,Çi vexwin’’? yan jî: ,,Çi li xwe kin’’?32Hêtanos pey wan her tiþtan dik’evin, lê Bavê weyî ezmanan zane, ku hewcetya we li wan her tiþtanda heye. 33Lê berê pêþda hûn li P’adþatya Xwedê bigerin û pey rastya wî her’in û ew her tiþt wê wer’a bêne dayînê. 34Îdî bona roja sibê xem nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xem bike. Xemên rojê besî wê ne.
71Dîwanê nekin, ku dîwana we nebe. 2Hûn çawa dîwanê bikin, ew dîwan jî wê bê serê we û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê jî bona we wê bê pîvanê.3Çima tu zilikê ç’evê birê xweda dibînî, lê k’êranê ç’evê xweda nabînî? 4Yan jî tu çawa dikarî bêjî birê xwe: ,,Bihêle ji ç’evê te zilik derxim’’, lê va ye k’êran ç’evê teda heye? 5Durû! Berê pêþda ji ç’evê xwe k’êran derxe. Paþê tuê qenc bibînî, ku ji ç’evê birê xwe zilik çawa derxî.6Tiþtên buhurtî nedine sa û ne jî dur’ên xwe bavêjine ber berazan. Heger na, beraz wê wan p’êpes kin û seyê jî vegerin we gez-gezî kin.7Bixwazin û hûnê bistînin, bigerin û hûnê bibînin, derî xin, ber we wê vebe. 8Çimkî k’î dixwaze, distîne, k’î digere, dibîne û k’î ku derî dixe, li ber wî vedibe. 9Ji we k’î ye ew merivê ku kur’ê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? 10Yan jî mesî bixwaze, ew me’r bidê.11Hûn ku xirab in, lê zanin tiþtên qenc bidine lawên xwe, lê çiqas zêde Bavê weyî ezmanan wê tiþtên qenc bide wan, yên ku jê dixwazin. 12Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa bona wan bikin. Ev e meremê Qanûnê û pêxemberan.13Derê tengr’a bik’evine hindur, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rya ku dibe berbi undabûnê û yên ku wêda diçin gelek in. 14Lê gelekî teng e ew derî û zehmet e ew rya ku dibe berbi jîyînê û yên ku wê rê dibînin hindik in.15Hevza xwe ji pêxemberên derew bikin. Ewê bi p’ostê pêz bêne cem we, lê hindurva gurên t’alank’ar in. 16Hûnê wan ji berên wan nas bikin. Gelo k’î ji stiryan tirî diçine yan ji gongilê, hêjîrê? 17Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab, berê xirab.18Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide. 19Her dara ku berê qenc nade, tê bir’înê û avîtinê nava agir. 20Awa hûnê wan ji kirinên wan nas bikin.21Ne her kesê ku dibêje min: ,,Xudan! Xudan’’! wê bik’eve P’adþatya Ezmanan, lê ew, k’î daxwaza Bavê minî ezmanan pêk tîne. 22Wê Rojê gelek wê bêjine min: ,,Xudan! Xudan! Ê ne me bi navê te pêxembertî kirin, bi navê te me cin derxistin û bi navê te gelek k’iryamet kirin’’? 23Hingê ezê aþkere bêjime wan: Min hûn qet nas nekirine. Ji min dûr k’evin, neheqno!24Awa k’î van gotinên min dibihê û li gora wan dike, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kevir çê kir. 25Baran barî, ba û lêyî rabûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneþya, çimkî rikinê wê ser kevir bû.26Lê k’î ku van gotinên min dibihê û anegorî wan nake, ew mîna merivekî bêaqil e, ku mala xwe ser qûmê çê kir. 27Baran barî, ba û lêyî rabûn, wê malê xistin û ew hilþya, lap wêran bû çû.»28Gava Îsa gotinên xwe ser hevda anîn, k’omên civyayî ser hînkirina wî zendegirtî man, 29çimkî wî mîna yekî xweyhikum ew hîn dikirin, lê ne mîna qanûnzanên wan.
81Paþê Îsa ji ç’yê dak’et, k’omên giran dane pey wî çûn. 2Hingê yekî k’otî hat, deverû li ber wî xwe avît û got: «Xudan! Heger bixwazî, dikarî min paqij kî.»

3Îsa destê xwe dirêj kir lê k’et û got: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û hema cîda ew ji k’otîbûnê paqij bû.4Hingê Îsa gote wî: «Miqat be, t’u kesîr’a tiþtekî nebêjî, lê her’e xwe nîþanî k’ahîn ke û hedya ku Mûsa t’emî daye, bide, ku hemûyanr’a bibe þehdetî, ku tu paqij bûyî.»5Gava Îsa çû Kefernahûmê, sersedek hate cem, hîvî ji wî kir û got: 6«Xudan, xulamê min malda þilûþet p’aldayî k’ûr dinele.» 7Îsa gotê: «Ezê bêm wî qenc bikim.»8Sersed lê vegerand got: «Xudan, ez ne hêja me, ku tu bêyî mala min. Lê t’enê xeberekê bêje û xulamê minê qenc be. 9Ez xwexa jî merivekî bin hikumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîr’a dibêjim: ,,Her’e’’, diçe, yê dinr’a dibêjim: ,,Were’’, tê û xulamê xwer’a dibêjim: ,,Vî tiþtî bike’’, dike.»

10Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û ewên ku pey wî diçûn, wanr’a got:

«Ez rast dibêjime we, Îsraêlêda jî bawerîke aha min nedîtye.

11Ez wer’a dibêjim, ku ji rohilatê û ji roavayê gelek wê bên û þaya P’adþatya Ezmananda t’evî Îbrahîm, Îshaq û Aqûb rûnên, 12lê lawên p’adþatyê wê bêne avîtinê tarya derva. Li wir wê bigirîn û diranan biç’irikînin.»

13Paþê Îsa sersedr’a got: «Her’e! Bira anegorî bawerya te ter’a be.» Û wê demê xulamê wî qenc bû.14Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesya wî germêda p’aldayî dît. 15Îsa destê wê girt û germa wê danî, ew jî rabû wanr’a xizmetî kir.16Û gava bû berî êvar, gelek cinak’etî anîne cem wî. Ewî bi xeberê ruhên heram derxistin û hemû nexaþ qenc kirin, 17ku ew gotina bi zarê Îþaya pêxember bê sêrî: «Ewî nexaþyên me hildan û êþên me birin.»18Gava Îsa k’omên dora xwe dîtin, ferman da þagirtan, ku her’ine wî berî golê. 19Hingê qanûnzanek nêzîk bû û gote wî: «Dersdar! Tu k’uda jî her’î, ezê pey te bêm.» 20Îsa gotê: «Bona rûvyan k’or hene, teyredên ezmênr’a jî hêlîn, lê bona Kur’ê Meriv cîk t’une, ku serê xwe lê dayne.»21Yekî din, ku ji þagirtên wî bû gotê: «Xudan, destûrê bide min, ku ez her’im pêþda bavê xwe daynime gor’ê.» 22Lê Îsa gote wî: «Tu pey min were. Bira mirî miryê xwe bikine gor’ê.»23Gava Îsa k’ete qeyikê, þagirtên wî wîr’a çûn. 24Niþkêva li golê bû firtone, usa ku qeyik pêlanda unda dibû. Lê ew razayî bû. 25Hingê þagirt nêzîk bûnê, ew hiþyar kirin û gotinê: «Xudan! Me rizgar bike! Em unda dibin!»26Îsa gote wan: «Çima hûn usa tirsonek in, kêmbawerno?» Wê demê ew rabû li bayê û golê hilat û her tiþt rihet bû. 27Merivan þaþmayî got: «Ev çi meriv e, ku ba û gol jî êlimî wî dibin?»28Gava Îsa derbazî wî alyê cî-miskenê Gerdarînê bû, du cinak’etî rastî wî hatin, yên ku ji nav gor’istanê derk’etibûn. Ewana usa har bûn, ku t’u kes nikaribû wê rêr’a derbaz bûya. 29Wan kire qîr’în û got: «Tu çi ji me dixwazî, Kur’ê Xwedê? Ji waxt zûtir hatî me bidî cizaretê?»30Ji wan wêdatir kerîkî berazayî mezin diç’êrya. 31Cinan reca ji wî dikir û digotinê: «Heger tu me derdixî, bihêle ku em her’in bik’evine nava kerê berazan.» 32Wî gote wan: «Her’in!» Ew jî derk’etin çûn k’etine nava berazan û t’emamya kerî revî û ji jorda xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn.33Berazvan revîn çûne bajêr û çi ku hatibû serê cinak’etyan gotin. 34Hingê binelyên bajêr hemû derk’etine pêþya Îsa û gava ew dîtin, reca jê kirin, ku ew ji erdê wan her’e.
91Îsa k’ete qeyikê paþda vegerya hate bajarê xwe. 2Li wir þilûþetek bi kulavva wergirtî p’aldayî anîne cem. Gava Îsa bawerya wan dît, gote yê þilûþet: «Lawo, ser xwe be! Gunehên te hatine baxþandinê.»3Lê ji qanûnzanan hinek nava xweda fikirîn: «Ev k’ifirî dike.» 4Îsa fikirên wan hesya got: «Çima hûn dilê xweda tiþtên xirab difikirin? 5K’îjan rihet tê gotinê: ,,Gunehên te hatine baxþandinê’’ yan ,,Rabe û bigere’’? 6Lê ku hûn bizanibin, ku hikumê Kur’ê Meriv heye, ku li ser dinyayê gunehan afû bike», hingê yê þilûþetr’a got: «Rabe kulavê xwe hilde, her’e mala xwe!»7Ew jî rabû çû mala xwe. 8Gava merivên hazir ev yek dîtin, tirs k’ete ser wan û þikirî dane Xwedê, ku ev hikum daye mêriv.

9Îsa ji wir pêþda çû, yekî navê wî Metta, li cyê xerchildanêda rûniþtî dît, gote wî: «Pey min were.» Ew jî rabû pey Îsa çû.10Û gava Îsa mala Mettada ser sifrê rûniþtîbû, gelek xercgir û gunehk’arên din hatin t’evî Îsa û þagirtên wî rûniþtin. 11Fêrisyan, ku ev yek dît, gotine þagirtên wî: «Çima dersdarê we t’evî xercgir û gunehk’aran dixwe û vedixwe?»12Lê gava Îsa ev yek bihîst, gote wan: «Yên silamet ne hewcê hekîm in, lê yên nexaþ. 13Her’in me’na van xeberan hîn bin: ,,Ez rehmê dixwazim, ne ku qurbanê’’. Ez nehatime, ku gazî yên rast kim, lê: gunehk’aran.»14Hingê þagirtên Yûhenna hatine cem wî û gotin: «Çima em û fêrisî gelek

caran rojî digirin, lê þagirtên te rojî nagirin?»

15Îsa gote wan: «Qet dibe, ku xandyên dewatê þînê bikin, heta ku zava wanr’a ye? Lê roj wê bên, çaxê zava ji wan bê hildanê, hingê wê rojî bigirin.16T’u kes bi p’arçê nû k’inca kevn p’îne nake, çimkî p’arçê dirûtî wê zorê li k’inca kevn bike û cyê qeliþî wê hê xirab be.17Ne jî þeraba nû dikine meþkên kevn. Çaxê dagirin, hingê meþk wê bit’eqin, þerabê jî birije û meþk jî wê xirab bin. Lê þeraba nû dikine meþkên nû û her du jî têne xweykirinê.»18Îsa hê ev yek wanr’a digot, mîrek hat xwe avîte ber nigên wî got: «Qîza min hema nûka mir, lê tu were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî.»

19Îsa rabû þagirtên xweva t’evayî da pey wî çû.20K’ulfeteke nexaþ, ku donzdeh sal bûn ew ser xûnê vebibû, piþtêva hat û serê p’êþa k’inca Îsa k’et. 21Ewê dilê xweda digot: «Heger ez t’enê k’inca wî k’evim, ezê qenc bim.» 22Îsa ser milê xweva vegerya, ew dît, gotê: «Evdê! Ser xwe be! Bawerya te tu qenc kirî.» Û wê demê ew k’ulfet qenc bû.23Gava Îsa gihîþte mala mîr, nihêrî, wê xelq t’evîhev bûye û bilûrvan jî bi zelûlî bilûrê dixin, 24gote wan: «Derk’evin! Qîzik nemirye, lê hênijîye.» Wana qerfê xwe wî dikirin.25Lê gava cimet derxistine derva, Îsa çû hindur, destê wê girt û qîzik rabû ser p’yan. 26Ev deng-bes belayî t’emamya wî erdî bû.27Gava Îsa ji wir derk’et çû, du merivên kor pey wî k’etin, kirine qîr’în û gotin: «Me were rehmê! Kur’ê Dawid!»

28Gava gihîþtine malê, her du kor hatine cem. Îsa pirs da wan: «Hûn bawer dikin, ku dikarim alî we bikim?» Wan lê vegerand: «Belê Xudan.»29Hingê Îsa destê xwe da ç’evên wan û got: «Anegorî bawerya we wer’a be.» 30Wê demê ç’evên wan vebûn. Îsa sert t’emî da wan û got: «Miqat bin, bira t’u kes vê yekê nizanibe.» 31Lê ewana derk’etin, li t’emamya wî erdî nav û dengê wî bela kirin.32Gava yên qencbûyî derk’etin çûn, hinekan cinak’etîkî lal anî cem Îsa. 33Gava ewî cin derxist, yê lal xeber da. K’omên merivan zendegirtî man û gotin: «Li Îsraêlêda jî tiþtekî aha qet nebûye.» 34Lê fêrisyan digot: «Ew cinan bi hikumê mîrê cinan derdixe.»35Îsa her gund û bajaran digerya, kinîþtên wanda hîn dikir: Mizgînya p’adþatyê dannasîn dikir û li nav cimetêda her cûr’e nexaþî qenc dikirin. 36Gava ewî k’omên merivan dît, dilê wî li ser wan þewtî, çimkî ew mîna pezên bêy þivan: berdayî û belabûyî bûn.37Hingê ewî þagirtên xwer’a got: «Nandirûn gelek e, lê k’arker hindik in. 38Awa hîvî ji xweyê dirûnê bikin, ku k’arkeran nandirûna xwer’a biþîne.»
101Îsa her donzdeh þagirt gazî cem xwe kirin û hikum da wan, ku ruhên heram derxin, hemû êþ û nexaþyan jî qenc bikin.2Navê her donzdeh þandyan ev in: Yê pêþin Þimhûn, ku Petrûs hate navkirinê û birê wî Endraws, Aqûbê Zebedî, birê wî Yûhenna, 3Fîlîpo, Bertolomeyo, Tûma, Mettayê xercgir, Aqûbê Halfawo û Tadayo , 4Þimhûnê Kenanî û Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku nemamya Îsa kir.5Îsa ev her donzdeh þandin, t’emî da wan got: «Neçine nava hêtanosan û nek’evine bajarên Sameryayê. 6Lê berê pêþda her’ine nava pezên mala Îsraêlêye undabûyî. 7Çaxê hûn her’in, dannasîn kin bêjin: ,,P’adþatya Ezmanan nêzîk bûye’’.8Nexaþan qenc kin, k’otyan paqij kin, miryan zêndî kin, cinan derxin. We bêy maþ standye, bêy maþ jî bidin. 9Piþteka xweda t’u tiþtî hilnedin: ne zêr’, ne zîv, ne sifir, 10ne tûrik bona rê, ne du dest kiras, ne p’êlav, ne jî kewaz, çimkî k’arker hêjayî maþê xwe ye.11Çi bajar yan gundê hûn her’inê, maleke hêja bibînin û li wir bimînin, heta ku hûn ji wir diçin. 12Çaxê hûn bik’evine malê, silavê bidin û bêjin: ,,Haþtî li vê malê’’. 13Û heger ew mal hêja ye, bira silava we li ser wê be, lê heger ne hêja ye, bira silava we li we vegere.14Lê k’î we hilnede malê û guhdarya xeberên we neke, çaxê hûn ji wê malê yan ji wî bajarî derdik’evin, t’oza nigên xwe dawþînin. 15Ez rast dibêjime we, Roja axretê halê cimeta Sodom û Gomorayê wê ji ya wî bajarî çêtir be.16Awa ez we çawa pez diþînim nava guran. Îdî mîna me’ran serwaxt bin û mîna kewan dilsafî. 17Hevza xwe ji merivan bikin, ewê we bibine ber dîwan û kinîþtên xwe, wê we bidine ber qamçyan. 18Bona min wê we bibine ber hizûra welî û p’adþan, ku hûn ber wan û hêtanosan þehdetyê bidin.19Lê çaxê we bibine ber dîwanan, xem nekin, ku hûnê çawa yan çi bêjin. Çi hûnê bêjin, hingê wê wer’a bê dayînê. 20Çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Ruhê Bavê weyî ku nava weda ye.21Bira wê birayê xwe bide kuþtinê, bavê jî, kur’ê xwe û law jî wê rabine ber dê û bavên xwe û wan bidine kuþtinê. 22Bona navê min hûnê ber ç’evên hemûyan reþ bin. Lê k’î ku heta xilazyê sebir bike ewê rizgar be. 23Û çaxê nava vî bajarîda we bizêrînin, birevine bajarekî din. Ez rast dibêjime we, heta hatina Kur’ê Meriv, hûnê pêr’a negihînin hemû bajarên Îsraêlê bigerin.24Þagirt ji dersdarê xwe ne mestir e û ne jî xulam ji axayê xwe. 25Besî þagirt e, ku mîna dersdarê xwe be û xulam jî mîna axayê xwe. Heger malxê malêr’a ,,Belzebûl’’ gotin, lê gelo neferên mala wîr’a wê hê zêde nebêjin?26Awa îdî ji merivan qet netirsin. Ne tiþtekî dizîva heye, ku aþkere nebe û ne jî tiþtekî veþartî, ku derneyê. 27Çi ez wer’a taryêda dibêjim, hûn wê nava ronayêda bêjin û çi ku hûn guhanda dibihên, ser banan bikine dengî.28Û ji wan netirsin yên ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin, yê dikare ruh û bedenê dojêda unda ke. 29Ê ne du ç’ivîk bi diravekî çarqurûþê têne firotanê? Lê ji wan yek jî bêy destûra Bavê we nak’eve erdê. 30Belê, her t’êlekî p’or’ê serê we jimartî ye. 31Îdî netirsin. Hûn ji gelek ç’ivîkan zêdetir in.32K’ê ku min ber merivan îqrar bike, ezê jî wî ber Bavê xweyî ezmanan îqrar bikim. 33Lê k’ê ku min ber merivan înk’ar bike, ezê jî wî ber Bavê xweyî ezmanan înk’ar bikim.34Nefikirin, ku ez hatime haþtyê bînime dinyayê. Ez nehatim haþtyê bînim, lê þûr. 35Çimkî ez hatime ku kur’ ji bavê, qîzê ji dê û bûkê ji xwesyê cude bikim 36û dijminên mêriv wê ji mala wî bin.37K’ê bavê xwe yan dya xwe ji min zêdetir hiz bike, ew ne hêjayî min e. K’ê kur’ê xwe yan qîza xwe ji min zêdetir hiz bike, ew ne hêjayî min e. 38K’ê xaçê xwe hilnede pey min neyê, ew ne hêjayî min e. 39K’ê kesa xwe xwey dike, wê unda bike, lê k’ê kesa xwe bona min unda bike, ewê wê bibîne.40Yê we qebûl dike, ew min qebûl dike û ewê min qebûl dike, ew yê ez þandime qebûl dike. 41Ewê ku pêxember qebûl dike çawa pêxember, wê maþê pêxember bistîne û ewê ku merivekî rast qebûl dike çawa yekî rast, ewê maþê yê rast bistîne.42Û yê ku hema t’ase ava sar jî dide van biç’ûkan yekî, bona xatirê wê yekê ku ew þagirtê min e, ez rast dibêjime we, ewê maþê xwe t’u car unda neke.»
111Gava Îsa t’emyên ku dane her donzdeh þagirtên xwe xilaz kirin, ji wir çû nava bajarên wan, ku hîn bike û dannasîn bike.

2Çaxê Yûhenna hebsêda bona k’arên Mesîh bihîst, du þagirtên xwe þandine cem wî 3û jê pirsîn: «Tu ew î, ku gerekê bihata yan em hîvya yekî din bin?»4Îsa caba wan da û got: «Her’in, çi ku hûn dibînin û dibihên bêjine Yûhenna. 5Kor dibînin, seqet digerin, k’otî paqij dibin, ker’ dibihên, mirî zêndî dibin û feqîranr’a jî Mizgînî tê dayînê. 6Û xwezî li wî, k’î ku minda nak’eve þikê.»7Gava ew çûn, Îsa bona Yûhenna dest pê kir k’omên hazirr’a got: «Hûn derk’etin çolê çi binihêrin? Qamîþekî ji bayê diheje? 8Lê hûn derk’etin çi binihêrin? Merivekî k’incên nazik xwe kirî? Ê ne yên ku k’incên nazik xwe dikin, rewþxanên p’adþanda ne?9Lê derk’etin çi binihêrin? Pêxemberekî? Belê, ez dibêjime we, ji pêxemberekî jî zêdetir. 10Ev ew e, bona k’ê nivîsar e: ,,Va ye, ezê qasidê xwe pêþya teva biþînim. Ewê pêþya teva rya te hazir bike’’.11Ez rast dibêjime we, ji nava ewên ji k’ulfetan bûne, t’u kes ji Yûhennayê nixamdar mestir nebûye. Lê P’adþatya Ezmênda yê herî biç’ûk ji wî mestir e. 12Ji rojên Yûhennayê nixamdarda heta niha P’adþatya ezmana bi qewat tê zeftkirinê û yên baweryêda qewat dest davêjine wê.13Çimkî hemû pêxemberan û Qanûnê heta Yûhenna bona P’adþatya ezmana þehdetî dan. 14Û heger hûn dixwazin, vê gotinê hildin, ew Êlyas e, ku wê bihata. 15Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê.16Niha ez vî nisilî bi çi bidime ber hev? Ew mîna wan zyarokan e, yên ku bazaranda rûniþtî, gazî hevalên xwe dikin 17dibêjin: ,,Me bona we zurnê xist, hûn nereqisîn û bona we beyt got, we þîn nekir’’.18Yûhenna hat, ne dixwar, ne vedixwar, digotin: ,,Cin wîda heye’’. 19Kur’ê Meriv hat, dixwe û vedixwe, bona wî dibêjin: ,,Ew yekî pey xwarin û vexwarinê k’etî ye, hevalê xercgir û gunehk’aran e’’. Lê serwaxtyê bi lawên xwe da k’ifþê, ku ew rast e.»20Hingê Îsa dest pê kir, wan bajaran hilat, k’îjananda gelek k’iryametên wî hatibûne kirinê, çimkî ew ji gunehkirinê venegeryan. 21«Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Heger ew k’iryametên ku nava weda bûn, Sûr û Saydêda bibûna, ewana wê zûva bi k’urx û k’ozyê ji xirabyê vegeryana. 22Lê ez wer’a dibêjim, Roja Axretê halê Sûrê û Saydê wê ji halê we hêsatir be.23Û tu Kefernahûm, te t’irê tuê heta ezman bilind bî? Na! Tuê heta dojê her’î xwarê! Ew k’iryametên ku nav teda bûn, heger Sodomêda bibûna, ewê heta roja îroyîn bima. 24Lê ez wer’a dibêjim, Roja Axretê halê cimeta erdê Sodomê wê ji halê te çêtir be.»25Hingê Îsa got: «Þikir navê te be Bavo, Xudanê erd û ezman, ku ev tiþt te ji serwaxt û zanan veþartin û li ber zyarokan vekirin. 26Belê Bavo, çimkî aha li te xaþ hat.

27Her tiþt ji Bavê min minr’a hatye dayînê. T’u kes Kur’ nas nake pêþtirî Bavê û t’u kes Bavê nas nake pêþtirî Kur’ û ew wê nas bikin, k’îjananr’a Kur’ bixwaze Bavê bide naskirinê.28Werine cem min, hemûyên westyayî û bargiran û ezê rihetyê bidime we. 29Nîrê k’arê min hildine ser xwe û ji min hîn bin, ku milûk im û dilda nek’ubar û hûnê rihetyê ruhê xwer’a bibînin. 30Çimkî nîrê min þîrin e, barê min sivik.»
121Hingê Îsa rojeke þemyê nava zevyanr’a derbaz dibû, þagirtên wî birçî bûn û dest pê kirin simbilên genim çinîn û xwarin. 2Gava fêrisyan ev yek dît, gotine wî: «Hela binihêre, þagirtên te roja þemyê tiþtê necayîz dikin.»3Îsa gote wan: «We nexandye, ku Dawid çi kir, gava ew û yên pêr’a birçî bûn? 4Ew çû Xana Xwedê û nanê Xwedêr’a dayî xwar, lê ew nan ne wîr’a cayîz bû, ku bixwara, ne jî wanr’a, yên ku t’evî wî bûn, lê t’enê k’ahînanr’a.5Yan jî we Qanûnêda nexandye, ku roja þemyê k’ahîn p’aristxanêda þemyê diherimînin û dîsa bêsûc in? 6Lê ez wer’a dibêjim, ku li vir yekî ji p’aristxanê mestir heye.7Heger we bizanibûya fikira vê xeberê çye, ku tê gotinê: ,,Ez rehmê dixwazim, ne ku qurbanê’’, hingê weyê yên bêsûc gunehk’ar nekirana. 8Çimkî Kur’ê Meriv Xudanê roja þemyê ye jî.»9Îsa ji wir rabû çû û hate kinîþta wan. 10Merivek li wir hebû, ku destê wî k’iþyabû. Hinekên ku dixwastin xeyba Îsa bikirana ji wî pirsîn: «Gelo cayîz e, ku roja þemyê nexaþan qenc bikin?»11Wî jî gote wan: «Ji we k’î ye, ku pezeke wî hebe û roja þemyê bik’eve k’orê, wê negire û dernexe? 12Lê meriv çiqas ji pêz zêdetir e! Awa roja þemyê qencîkirin cayîz e.»13Hingê Îsa gote wî merivî: «Destê xwe dirêj ke.» Ewî jî dirêj kir û mîna destê din qenc bû. 14Lê fêrisî derk’etine derva, bona Îsa li hev þêwrîn, ku çawa wî bidine kuþtinê.15Çaxê Îsa wê yekê hesya, ji wir çû, gelek k’omên merivan pey wî çûn. Ewî hemû jî qenc kirin 16û t’emî da wan, ku bona wî nekine dengî, 17ku ew gotina bi zarê Îþaya pêxember bê sêrî:18«Va ye xulamê min, ku min ew hilbijartye û hizkiryê min, ku min ew begem kirye. Ezê Ruhê xwe daynime ser wî û ewê miletanr’a heqyê bike dengî.19Ewê ne bik’eve hucetê, ne bike qar’eqar’ û ne jî yekê dengê wî meydananda bibihê. 20Ew qamîþê hincirî hûr nake, p’ilta diç’irûse vênasîne, heta ku heqyê bigihîne sêrî. 21Û her milet wê gumana xwe bidine ser navê wî.»22Hingê cinak’etîkî kor û lal anîne cem Îsa û ewî ew qenc kir, usa ku wî him dît, him jî xeber da. 23Û k’omên hazir hemû zendegirtî man û gotin: «Gelo ev e kur’ê Dawid?»24Lê gava fêrisyan bihîst, gotin: «Eva cinan bi hikumê Belzebûlê mîrê cinan derdixe.» 25Lê Îsa fikirên wan hesya gote wan: «Her p’adþatya ku nava wêda bêt’ifaqî hebe, wê wêran be û her bajar yan mala ku nava wêda bêt’ifaqî hebe, ew namîne.26Heger Þeytan xwexa xwe derdixe, usa dertê, ku nava p’adþatya wîda bêt’ifaqî heye, îdî p’adþatya wî wê çawa bimîne? 27Heger ez bi hikumê Belzebûl cinan derdixim, lê peyçûyên we bi çi derdixin? Lema ewê bibine hakimên we.28Lê heger ez bi hikumê Ruhê Xwedê cinan derdixim, îdî P’adþatya Xwedê gihîþtye heta we. 29Yan çawa yek dikare bik’eve mala yekî qewat û hebûka wî t’alan ke, heger berê pêþda ewî qewat girênede? Çaxê girêde, hingê wê bikaribe mala wî t’alan ke.

30K’î ku ne t’evî min e, miqabilî min e û k’î ku t’evî min t’op nake, ew bela dike.31Lema ez wer’a dibêjim, her guneh û k’ifirî wê li merivan bêne baxþandinê, lê ewê ku k’ifiryan Ruh bike, li wî nayê baxþandinê. 32K’î tiþtekî miqabilî Kur’ê Meriv bêje, wê li wî bê baxþandinê, lê heger yek hindava Ruhê Pîrozda bêje, li wî nayê baxþandinê, ne li vê dinyayê, ne jî dinê axretêda.33Heger dar qenc e, berê wê jî qenc e, heger dar xirab e, berê wê jî xirab e, çimkî dar ji berê xwe tê naskirinê. 34Ç’êjikên me’ran! Çawa hûn dikarin qenc xeber din, heger hûn xirab in? Çimkî çi ku dilda heye zar jî wê dibêje. 35Merivê qenc ji xezna xweye qenc qencyê derdixe, lê merivê xirab ji xezna xweye xirab xirabyê derdixe.36Ez wer’a dibêjim, Roja Axretê meriv bona her xebereke p’ûç, ku xeber didin, wê cabdar bin. 37Çimkî hûnê bi xeberên xwe bêsûc derên û bi xeberên xwe gunehk’ar derên.»38Hingê ji qanûnzan û fêrisyan hinekan wîr’a got: «Dersdar! Em dixwazin ji destê te nîþanekê bibînin.» 39Ewî li wan vegerand got: «Nisilê xirab û xalifî nîþanekê dixwaze, lê wîr’a nîþaneke din nayê dayînê, pêþtirî nîþana Ûnis pêxember. 40Çawa ku Ûnis sê roj û sê þevan zikê hûtda ma, Kur’ê Meriv jî wê usa sê roj û sê þevan dilê erdêda bimîne.41Merivên Nînewê wê Roja Axretê rabin û dîwana vî nisilî bikin, çimkî ewana bi dannasîna Ûnis ji gunehkirinê vegeryan û va ye yekî ji Ûnis mestir li vir heye.42Xanimp’adþa Baþûrê Roja Axretê wê rabe û vî nisilî neheq bike, çimkî ew ji serê dinyayê hat, ku serwaxtya Silêman bibihê û va ye yekî ji Silêman mestir li vir heye.43Çaxê ruhê heram ji mêriv dertê, li cyê bêy av digere, ku rihetyê bibîne. Lê gava nabîne, 44hingê dibêje: ,,Ez vegerime mala xwe, ji k’u derk’etime’’. Çaxê tê, dibîne mal vala, paqijkirî û hevdayî ye. 45Hingê diçe heft cinên mayîne ji xwe xirabtir jî tîne, dik’evine wir dimînin. Û axirya wî merivî ji pêþyê xirabtir dibe. Usa jî wê bê serê vî nisilê xirab.»46Hê wî k’omên hazirr’a xeber dida, dê û birayên wî derva sekinîn, dixwastin wîr’a xeber bidin. 47Yekî gote wî: «Dya te û birayên te derva sekinî ne û dixwazin ter’a xeber din.»48Ewî jî li wî vegerand got: «K’î ye dya min û k’î ne birayên min?» 49Hingê bi destê xwe þagirtên xwe nîþan dan û got: «Awa, dê û birayên min! 50Çimkî k’î ku daxwaza Bavê minî ezmana bîne sêrî, ew e birayê min, xûþka min û dya min.»
131Wê rojê Îsa ji malê derk’et, li devê golê rûniþt. 2Û haqas k’oma giran hate cem wî, ku ew k’erba k’ete qeyikê rûniþt û t’emamya k’omê devê golê sekinî.3Ewî gelek tiþt bi meselan ew hîn kirin û got: 4«T’oximreþ rabû çû, ku t’oxim biçîne. Gava wî direþand, ji wan hinek k’etine devê rê, teyrede hatin û ew xwarin. 5Hinekên din k’etine ser cyê kevirî, li k’u xwelî kêm bû. Ew zû þîn bûn, çimkî xwelî ne k’ûr bû. 6Lê gava te’v derk’et, ew qimilîn û çimkî rawên wan t’unebûn, hiþk bûn.7Hinekên din k’etine nava stiryan, stirî rabûn û ew xeniqandin. 8Lê hinekên din jî k’etine nava erdê qenc û ber dan, yê sed bare, yê þêst û yê jî sî. 9Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê!»10Hingê þagirtên wî nêzîk bûnê û gotinê: «Çima bi meselan wanr’a xeber didî?» 11Wî li wan vegerand got: «Wer’a hatye dayînê, ku sur’ên P’adþatya ezmana hûn bizanibin, lê wanr’a nehatye dayînê. 12Çimkî ya k’ê ku heye, wê wîr’a hê bê dayînê û zêde be û ya k’ê ku t’une, çi heye jî wê jê bê standinê.13Ez bona wê bi meselan wanr’a xeber didim, ku ew dinihêrin û nabînin, dibihên, lê guhê xwe nadinê û fem nakin. 14Ser wan pêxembertya Îþaya tê sêrî, ku dibêje: ,,Hûnê bi guhan bibihên, lê fem nekin, bi ç’evan binihêrin, lê nebînin.15Çimkî eva cimeta serhiþk e, bi guhan giran dibihên û ç’evên xwe girtine, ku bi ç’evan nebînin, bi guhan nebihên û bi hiþ fem nekin, venegerin, ku ez wan qenc bikim’’.16Lê xwezî ç’evên we, ku dibînin û guhên we, ku dibihên. 17Ez rast dibêjime we, gelek pêxember û merivên rast hizreta dîtina van tiþtan bûn, çi ku hûn dibînin, lê nedîtin û ew tiþt bibihîstana, çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin.18Niha hûn þirovekirina mesela t’oximreþ bibihên. 19Her merivê ku xebera p’adþatyê dibihê û fem nake, yê Xirab tê û ji dilê wî xebera çandî direvîne. Evana ew in, ku dilda mîna xwelya devê rê ne, ku lê hate çandinê.2020Merivên mîna cyê kevirî, ku lê hate çandinê, ew in, ku çaxê xeberê dibihên, zû bi dilê þa hildidin. 21Lê ku rawê xeberê nava wanda t’une, dirêj t’ab nakin. Çaxê bona xeberê rastî tengasyan yan zêrandinê tên, zû ji rê dik’evin.22Yên mîna erdê stirî jî, ku lê hate çandinê, ew in, ku xeberê dibihên, lê xemên vê dinyayê û xapandina dewlemendtyê xeberê dixeniqînin û ew bêy ber dimînin. 23Lê merivên mîna erdê qenc, ku lê hate çandinê ew in, ku xeberê dibihên, fem dikin û ber didin, yê sed bare, yê þêst û yê jî sî.»24Îsa meseleke din jî wanr’a got: «P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî nava erdê xweda t’oximê qenc çand. 25Çaxê meriv razayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand û çû. 26Çaxê genim gihîþt berê xwe da, hingê zîwan jî pêr’a k’ifþ bûn.27Xulamên xweyê erdê nêzîkî wî bûn û gotinê: ,,Axayê me! Te nava erdê xweda t’oximê qenc neçand? Lê ev zîwan ji k’u hatin’’? 28Ewî li wan vegerand got: ,,Dijminekî ev tiþt kirye’’. Xulaman jî gotinê: ,,Niha tu dixwazî, ku em her’in wan derxin’’?29Ewî got: ,,Na, nebe gava hûn zîwanê derxin, genim jî pêr’a derê. 30Bihêlin bira her du jî hevr’a bigihîjin heta roja nandirûnê. Roja nandirûnê ezê k’arkeranr’a bêjim, berê pêþda zîwanê bidirûn, gurz-gurz girêdin bona þewatê, lê gênim bikine embara min’’.»31Meseleke din jî wanr’a got: «P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî libeke t’oximê xerdalê hilda, erdê xweda çand. 32Ew ji hemû t’oximan hûrtir e, lê çaxê digihîje, ji hemû p’incaran mestir dibe û dibe dar, usa ku teyredên ezmên tên hêlînên xwe ser çiqilên wê çê dikin.»33Îsa meselek jî gote wan: «P’adþatya ezmana mîna hevîrtirþk e, ku k’ulfetekê hilda nava sê kod arda stira, heta ku hemû hilat.»34Îsa ev her tiþt bi meselan k’oma merivanr’a gotin û bêy mesele t’u tiþt wanr’a nedigot, 35ku ew gotina bi zarê pêxember bê sêrî: «Ezê bi meselan wanr’a xeber dim û tiþtên ji dema efirandina dinyayêda veþartî bêjim.»36Hingê Îsa ew k’om hiþt, hate malê. Þagirtên wî hatine cem û gotinê: «Mesela gênim û zîwanê mer’a þiroveke.» 37Ewî li wan vegerand got: «Ewê ku t’oximê qenc çand, Kur’ê Meriv e. 38Erd dinya ye, t’oximê qenc lawên p’adþatyê ne, lê zîwan lawên yê Xirab in. 39Dijminê ku ew çandin, Þeytan e. Nandirûn axirya dinyayê ye, k’arker jî milyaket in.40Û çawa zîwanê t’op dikin diþewtînin, axirya vê dinyayê jî wê usa be. 41Kur’ê Meriv wê milyaketên xwe biþîne û ewê ji p’adþatya wî hemûyên ku merivan ji rê derdixin û neheqyê dikin t’op kin 42û bavêjine firna agir. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka diranan. 43Hingê merivên rast wê P’adþatya Bavê xweda mîna te’vê þewq bidin. Guhê k’êyî bihîstinê heye bira bibihê!44P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: Erdekîda xezneke veþartî hebû. Merivek wê dibîne, dîsa vediþêre, ji þabûna diçe hemû hebûka xwe difiroþe û wî erdî dik’ir’e. 45Dîsa P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî bazirgan dur’ên rind digere. 46Çaxê dur’ekî qîmetgiran dibîne, diçe hemû hebûka xwe difiroþe û wî dur’î dik’ir’e.47Dîsa P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: T’orek tê avîtinê be’rê û her cûr’e mesî dik’evinê. 48Çaxê t’or t’ije dibe, dik’iþînine der, rûdinên mesyên baþ t’op dikine nava derdanan, lê yên bêkêr wêda davêjin.49Axirya dinyayê jî wê usa be. Milyaket wê derk’evin xiraban ji nava qencan cude kin 50û bavêjine firna agir. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka diranan.»51Îsa pirs da wan: «We ev her tiþt fem kirin?» Wana jî gote wî: «Belê Xudan.» 52Ewî jî gote wan: «Bona vê yekê her qanûnzanekî, ku li ser P’adþatya ezmana hîn bûye, mîna merivekî xweymilk’ e, ku ji xezna xwe tiþtên kevn û nû derdixe.» 53Gava Îsa ev mesele xilaz kirin, ji wir çû54û hate cî-miskenê xwe û kinîþta wanda ew hîn dikirin. Ewana jî zendegirtî diman û digotin: «Ev serwaxtî û qewata k’iryametan ji k’u gihîþtinê? 55Ê ne ev kur’ê necar e? Ê ne navê dya wî Meryem e? Ê ne birayên wî Aqûb, Ûsiv, Þimhûn, Cihûda û 56her xûþkên wî cem me ne? Ev her tiþt ji k’u gihîþtine wî?»57Aha ewana ji wî k’ûvî bûn, lê Îsa gote wan: «Pêxember t’u deran ne bêhurmet e, lê t’enê mal û cî-miskenê xweda.» 58Ewî li wê derê gelek k’iryamet nekirin, çimkî bawerya wan t’unebû.
141Hingê Hêrodesê çaran bona Îsa bihîst, 2xulamên xwer’a got: «Eva Yûhennayê nixamdar e, ji nava miryan zêndî bûye. Lema jî bi destê wî k’iryamet têne kirinê.»3Hêrodes xwexa Yûhenna girtibû bend kiribû avîtibû hebsê, rûyê Hêrodya jina Fîlîpoyê birê xweda. 4Çimkî Yûhenna Hêrodesr’a gotibû: «Ne rast e, tu wê bistînî.» 5Lema Hêrodes dixwast ew bikuþta, lê ji cimetê ditirsya, çimkî cimetê Yûhenna çawa pêxember qebûl dikir.6Çaxê roja jidêbûyîna Hêrodes hat, þayêda qîza Hêrodyayê li ber wan reqisî û gelekî li Hêrodes xaþ hat. 7Wî sond xwar gote qîzikê, ku ew çi bixwaze wê bide wê.8Qîzikê jî, ku ji dê hatibû þîretkirinê, got: «K’a li vir, li ser sinyê, serê Yûhennayê nixamdar bide min.» 9P’adþa ber xwe k’et, lê çimkî li ber t’eglîfkiryan sond xwaribû, ferman da, ku xwastina wê bê dayînê.10Ewî þand, hebsêda serê Yûhenna da lêxistinê 11û serê wî li ser sinyê anîn dane qîzikê. Qîzikê jî dya xwer’a bir. 12Hingê þagirtên wî hatin cinyazê wî hildan û ew kirine gor’ê. Paþê çûn Îsar’a gotin.13Gava Îsa ev yek bihîst, ji wir bi qeyikê çû cîkî xewle. Lê k’oma merivan gava bihîst, ji bajaran pey wî p’ya çûn. 14Gava Îsa ji qeyikê derk’et û k’omeke giran dît, hingê dilê wî li ser wan þewtî û nexaþên wan qenc kirin.15Berî êvarê þagirtên wî hatine cem û gotinê: «Ev der cîkî xikî-xwelî ye û îdî dereng e. Îzina k’omê bide, ku her’ine gundan xwer’a xurek bik’ir’in.»16Lê Îsa wanr’a got: «Ne hewce ye, ku ew her’in. Hûn xurekê bidine wan.» 17Wana lê vegerand got: «Li vir pêþtirî pênc nan û du mesyan tiþtekî meyî din t’une.» 18Ewî gote wan: «Wan bînine cem min.»19Îsa ferman da, ku ew k’om li ser þînayê rûnên. Ewî her pênc nan û her du mesî hildan, berê xwe ezmênda kir, þikirî da û ew nan ker kirin. Paþê da þagirtan, wana jî da k’omê. 20Hemûyan jî xwarin t’êr bûn û ji hûrikên bermayî jî donzdeh sele t’ijî nan dane hev. 21Ewên ku xwarin, pêþtirî jin û zyarokan, qasî pênc hezar mêr bûn.22Îsa zû p’êyî ser þagirtan kir, ku bik’evine qeyikê û berî wî derbazî wî alyê golê bin, heta ku xwexa we k’omê verêke. 23Gava wî ew k’om verêkir, t’enê rabû ser ç’yê, ku dua bike. Gava bû berî êvar, ew li wir t’enê bû, 24lê qeyik îdî ji devê golê dûr k’etibû û nava pêlanda bû, çimkî ba miqabilî wê bû.25Qereberbangê Îsa li ser golêr’a peya diçû nêzîkî wan dibû. 26Lê gava þagirtan dît, ku ew ser golêr’a peya dihat, ziravqetî bûn û gotine hev: «Ev xeyal e!» Û wan ji tirsa kire qîr’în. 27Lê Îsa wê demê deng da wan û got: «Ser xwe bin! Ez im! Netirsin!»28Petrûs lê vegerand got: «Xudan, heger tu yî, ferman bide, ku ez ser avêr’a bême cem te.»

29Îsa got: «Were!» Petrûs ji qeyikê peya bû, ser avêr’a çû, ku her’e cem Îsa. 30Lê gava ewî bayê qayîm dît, tirsya û îdî wê niqo bûya, qîr’ya got: «Xudan, min rizgar ke!»31Wê demê Îsa destê xwe dirêjî wî kir, ew girt û wîr’a got: «Kêmbawero! Çima tu dudilî bûy?» 32Gava k’etine qeyikê, ba seqirî. 33Û ewên qeyikêda ew hebandin û gotinê: «Bi rastî jî tu Kur’ê Xwedê yî.»34Gava ew derbazî wî berî golê bûn, gihîþtine erdê Cênîsartêva. 35Binelyên wê derê ew nas kirin, þandin t’emamya der-doran, hemû nexaþ anîne cem wî. 36Wan hîvî jê dikir, ku hema serê p’êþa k’inca wî k’evin. Û hemûyên ku lê dik’etin ji nexaþyên xwe qenc dibûn.
151Hingê fêrisî û qanûnzanên Orþelîmê hatin û gotine Îsa: 22«Çima þagirtên te pey rê-rizmê kal-bavan naçin? Destneþûþtî nan dixwin.» 3Wî li wan vegerand, got: «Lê hûn çima rûyê rê-rizmê xweda t’emyên Xwedê didine alîkî?4Çimkî Xwedê t'emî da got: ,,Dê û bavê xwer’a hurmetê bike’’ 5û ,,Ewê ku nifir li dê û bavê xwe bike, gerekê bê kuþtinê’’. 6Lê hûn dibêjin: ,,Ew meriv ji wê hurmetkirina dê û bavê xwe aza ye, yê ku dê yan bavê xwer’a bêje: ,,Ew alîk’arya ku gerekê te ji min bistanda ew Xwedêr’a p’êþkêþ tê dayînê’’. Awa hûn bona xweykirina rê-rizmê xwe xebera Xwedê p’êpes dikin.7Durûno! Îþaya li ser we hema qenc pêxembertî kirye û gotye: 8,,Eva cimeta bi zarê xwe hurmeta min digire, lê dilê wan ji min dûr e. 9Badîhewa minr’a xizmetyê dikin, t’emyên merivan çawa qanûnên min cimetê hîn dikin’’.»10Hingê Îsa gazî k’oma hazir li cem xwe kir û gote wan: «Bibihên û fem bikin! 11Ne ku tiþtê diçe dêv merivan diherimîne, lê çi ku ji dêv dertê, ew merivan diherimîne.»12Hingê þagirtên wî hatin û gotinê: «Tu dizanî? Gava fêrisyan ev xeber bihîst, dilê wan ji te ma» 13Ewî li wan vegerand got: «Her dara ku Bavê minî ezmana nedaçikandye, wê ji k’okêva bê rakirinê. 14Ji wana vegerin! Ew kor in û rêberên koran in. Heger kor rêberyê yê kor bike, her du jî wê bik’evine k’orê.»15Petrûs lê vegerand got: «Vê meselê mer’a þiroveke.»

16Îsa got: «Çima hûn jî femekor in? 17Hê fem nakin, ku çi diçe dêv, derbazî hinavê mêriv dibe û diçe der?18Lê ew tiþtên ku ji dêv dertên, ew ji dil dertên û hema ev in, ku mêriv diherimînin. 19Çimkî ji dil fikirên xirab dertên: kuþtin, zinêk’arî, qavî, dizî, derew, buxdan. 20Ev tiþt merivan diherimînin, lê destneþûþtî nanxwarin merivan naherimîne.»21Îsa rabû ji wê derê çû alyê Sûr û Saydê. 22Û k’ulfeteke kenanî, ku ji wê derê bû, hat, kire gazî û gotê: «Xudan, Kur’ê Dawid, min were rehmê. Qîza min cina dik’eve, gelekî diçerçire.» 23Lê wî caba wê neda. Þagirtên wî nêzîk bûnê, hîvî jê kirin gotin: «Tiþtekî bêje vê, ku dûrî me k’eve, çimkî pey me tê û dike qar’eqar’.»24Ewî cab da got: «Ez hatime þandinê, ku t’enê nava pezên mala Îsraêlêye undabûyîda bim.» 25Lê ew k’ulfet hat xwe avîte nigên wî got: «Xudan, alî min bike!» 26Ewî lê vegerand got: «Ne baþ e nan ji ber zyarokan hildin û bavêjine ber san.»27Ewê jî got: «Belê Xudan, ne se jî ji wan hûrikên bermayî dixwin, çi ku ji sifra zyarokan dimîne.» 28Hingê Îsa lê vegerand got: «Evdê, bawerya te mezin e. Bira anegorî xwastina dilê te ter’a be.» Hema ji wê demêda qîza wê qenc bû.29Îsa ji wir çû ber gola Celîlê û rabû ser ç’yê rûniþt. 30K’omeke giran hate cem, ku xwer’a gelek seqet, kor, lal, þilûþet û nexaþên mayîn anîbûn û avîtine ber p’yên Îsa. Ewî jî ew qenc kirin. 31Gava k’omê dît, ku yên lal xeber dan, þilûþet qenc bûn, seqet geryan û ç’evên koran vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedê Îsraêlê dan.32Îsa gazî þagirtên xwe kir û got: «Dilê min ser vê k’omê diþewite. Sê rojê wan e, ku t’evî min in û tiþtekî wanî xwarinê t’une. Ez naxwazim wana birçî verêkim, ku rêva dilê wan xweva neçe.»

33Þagirtên wî gotinê: «Li vê çolêda emê ji k’u haqas nan bînin, ku vê k’oma giran t’êr kin?» 34Îsa gote wan: «Çend nanên we hene?» Wana got: «Heft nan û çend mesyên hûr.» 35Îsa ferman da, ku ew k’om ser erdê rûnê.36Ewî her heft nan û ew mesî hildan þikirî da û ker kirin. Paþê dane þagirtan, þagirtan jî dane ber k’omê. 37Hemûyan jî t’êr xwarin û ji hûrikên bermayî jî heft zembîl t’ijî nan dane hev. 38Ewên ku xwarin, pêþtirî jin û zyarokan, qasî çar hezar mêran bûn.

39Paþê ewî ew k’om verêkir, k’ete qeyikekê û hate sînorê Megedanê.
161Fêrisî û sadûqî hatine cem Îsa, ku wî bicêribînin û jê xwastin, ku ew nîþanekê ji ezmên nîþanî wan ke. 2Ewî li wan vegerand got: «Çaxê dibe êvar hûn dibêjin: ,,Hewa wê xaþ be, çimkî ezman sor bûye’’.3Lê serê sibehê dibêjin: ,,Îro hewa wê ne xaþ be, çimkî ezman sor û tarî ye’’. Durûno, hûn rûyê ezmên vedinihêrin, ku hewayê çawa be, lê nîþanên zemanan venanihêrin? 4Nisilê xirab û xalifî nîþanê dixwaze, lê nîþaneke din wîr’a nayê dayînê, pêþtirî nîþana Ûnis pêxember.» Û ewî ew hiþtin çû.5Gava þagirtên wî derbazî wî alî bûn, bîr kirin nan xwer’a hilnedan. 6Îsa gote wan: «Miqatî xwe bin, hevza xwe ji hevîrtirþkê fêrisyan û sadûqyan bikin.» 7Lê wan nava hevda xeber didan û digotin: «Nanê me t’une, lema aha dibêje.» 8Lê Îsa fikirên wan hesya gote wan: «Kêmbawerno! Hûn çima nava hevda xeber didin, ku nanê we t’une?9Hûn hê fem nakin? Nayê bîra we, çawa pênc nanan t’êra pênc hezar merivan kir û we çend sele nanên bermayî hildan? 10Û heft nanan jî t’êra çar hezar merivan kir û we çend zembîl nanên bermayî hildan?11Hûn çawa fem nakin, ku min bona nan wer’a negot? Lê ku hûn hevza xwe ji hevîrtirþkê fêrisyan û sadûqyan bikin.» 12Þagirtan hingê fem kir, ku wî bona hevîrtirþkê nan wanr’a negot, ku hevza xwe bikin, lê ji hînkirina fêrisyan û sadûqyan.13Îsa çû alyê Qeyserya Fîlîpoyê û ji þagirtên xwe pirsî: «Bi ya merivan Kur’ê Meriv k’î ye?» 14Wan got: «Hinek dibêjin Yûhennayê nixamdar e, hinek dibêjin Êlyas e, lê hinekên din dibêjin Yêremîya ye yan jî yek ji pêxemberan e.»

15Ewî pirs da wan: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez k’î me?» 16Þimhûn-Petrûs got: «Tu Mesîh î, Kur’ê Xwedêyê zêndî.»17Îsa gotê: «Xwezî li te, Þimhûnê kur’ê Yûhenna, çimkî xûn û goþt ev yek tu pê nehesandin, lê Bavê minî ezmana. 18Ez ter’a dibêjim, ku tu Petrûs î û ser vî qeyayî ezê civîna xwe çê kim û dergên dojê wê pê nikaribin.19Û ezê k’ilîtên P’adþatya ezmana bidime destê te û çi ku li ser erdê tu girêdî, ezmanda jî wê girêdayî be û çi ku li ser erdê vekî, ezmanda jî wê vekirî be.»

20Û Îsa t’emî da þagirtên xwe, ku t’u kesîr’a nebêjin, ku ew Mesîh e.21Pey wê yekêr’a Îsa dest pê kir li ber þagirtên xwe vekir, ku gerekê ew her’e Orþelîmê, ji alyê rûspyanda, serokên k’ahînanda û qanûnzananda gelekî biçerçire û bê kuþtinê, lê roja sisyan wê ji mirinê zêndî be. 22Lê Petrûs ew k’aþî alîkî kir, lê hilat got: «Dûrî te Xudan! Ew tiþtê neyê serê te!» 23Îsa ser Petrûsda vegerya got: «Dûrî min k’eve, Þeytan! Tu li ber min kevirê lik’umandinê yî, çimkî ew nêt-fikir’a te ne ji Xwedêda ye, lê ji merivayî ye.»24Hingê Îsa þagirtên xwer’a got: «Heger yek dixwaze pey min bê, bira xwe înk’ar ke, xaçê xwe hilde û pey min bê. 25Çimkî k’î dixwaze jîyîna xwe rizgar ke, ewê unda bike û k’î ku jîyîna xwe bona min unda bike, ewê bibîne. 26Çi qazinc, heger meriv t’emamya dinyayê dest bîne, lê jîyîna xwe unda bike? yan jî meriv ji ber jîyîna xweva çi dikare bide?27Çimkî Kur’ê Meriv wê bi rûmeta Bavê xwe, bi milyaketên xweva bê. Hingê anegorî kirên her kesî wê bide wan. 28Ez rast dibêjime we, ku hinekên li vir hizûr, wê mirinê nebînin, heta ku Kur’ê Meriv bi P’adþatya Xweva tê nebînin.»
171Pey þeþ rojanr’a Îsa Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhenna xwer’a hildan, ew birine ser ç’yakî bilind, k’u ew t’enê bûn. 2Û ew ber ç’evên wan hate guhastinê. Sifetê wî mîna te’vê biriqî û k’incên wî jî mîna ronayê çîl-qerqaþ bûn.3Mûsa û Êlyas wanva k’ifþ bûn, wîr’a xeber dan. 4Hingê Petrûs gote Îsa: «Xudan! Ça baþ e, em li vir in! Heger bixwazî, emê sê oban li vir çê kin, yekê ter’a, yekê Mûsar’a, yekê jî Êlyasr’a.»5Ewî hê xeber dida, e’wrekî ronayî hat, li ser wan kire sî, dengek ji e’wr hat û got: «Ev e Kur’ê minî delal, ez ji wî razî me. Guhdarya wî bikin!» 6Gava þagirtan ew deng bihîst, deverû xwe avîtin û saw û tirs ew girtin. 7Lê Îsa nêzîkî wan bû, dest da wan û got: «Rabin, netirsin.» 8Wan jî serê xwe bilind kir û pêþtirî Îsa t’u kes nedîtin.9Gava ew ji ç’yê dadik’etin, Îsa t’emî da wan got: «Dîtinoka ku we dît t’u kesîr’a nebêjin, heta ku Kur’ê Meriv ji nava miryan zêndî nebe.»

10Þagirtan jê pirsîn: «Lê çima qanûnzan dibêjin pêþda gerekê Êlyas bê?»11Îsa li wan vegerand got: «Hemî, pêþda Êlyasê bê û ewê her tiþtî saz ke. 12Lê ez wer’a dibêjim, ku Êlyas hatye jî, lê ew nas nekirin û çawa ku xwastin, usa jî anîne serê wî. Wê usa jî bînine serê Kur’ê Meriv.»

13Hingê þagirtan fem kir, ku bona Yûhennayê nixamdar gote wan.14Gava ew hatine cem k’oma merivan, yek nêzîkî Îsa bû, li ber wî k’ete ser çokan û 15got: «Xudan, kur’ê min were rehmê! Ew hîvê dik’eve û gelekî diçerçire. Carna dik’eve nava agir û carna jî nava avê. 16Min ew anî cem þagirtên te, lê wan nikaribû ew qenc bikira.»17Îsa got: «Nisilê nebawer û xalifî! Heta çiçax ezê t’evî we bim? Heta çiçax ezê we sebir kim? Wî bînine vir cem min.» 18Îsa lê hilat, cin jê derk’et, xort hema cîda qenc bû.»19Hingê þagirt bi t’enê hatine cem Îsa û jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?» 20Îsa got: «Rûyê kêmbawerya weda. Ez rast dibêjime we, heger bawerya we hema weke hebeke t’oximê xerdalê be jî, hûnê vî ç’yayîr’a bêjin: ,,Ji vir derbazî wî alî be’’! wê derbaz be. Û bona we t’u tiþtê zehmet wê t’unebe. 21Lê ev cisnê aha bi tiþtekî din dernayê, pêþtirî bi dua û bi rojyê.»22Gava þagirt Celîlêda civyan, Îsa gote wan: «Kur’ê Meriv wê bik’eve destê merivan, 23ewê wî bikujin, lê roja sisyan wê zêndî be.» Û ewana gelekî ber xwe k’etin.24Gava ew hatine Kefernahûmê, xercgirên duzîvê hatine cem Petrûs û gotinê: «Dersdarê we xercê duzîvê nade?» 25Wî got: «Belê» wê bide. Gava Petrûs hate malê, pêþda Îsa jê pirsî: «Þimhûn! Bi t’exmîna te? P’adþayên dinyayê selefan yan xerc ji k’ê distînin, ji bajarvanên xwe yan ji xerîban?»26Petrûs got: «Ji xerîban.» Îsa gotê: «Ku usa ye bajarvan aza ne. 27Lê ku nebe em van p’iþk bikin, her’e golê, xeleqa mesyan bavêjê û mesyê pêþin, ku bê girtinê devê wî veke û tuê nalekî çarzîvê bibînî. Wî hilde, dewsa min û xwe bide wan.»
181Hingê þagirt hatine cem Îsa û gotinê: «Nava P’adþatya Ezmênda k’î ye yê herî mezin?» 2Îsa gazî zyarokekê li cem xwe kir, ew nava wanda da sekinandinê 3û got: «Ez rast dibêjime we, heger hûn venegerin û nebine mîna zyarokan, hûn t’u car nak’evine P’adþatya ezmana.4Awa k’î ku mîna vê zyarokê xwe biç’ûk ke, ew e yê herî mezin P’adþatya ezmanda. 5Û k’î ku zyarokeke aha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike.

6Lê k’î ku ji van biç’ûkan yekî, yê ku bawerya xwe min tîne, ji rê derxe, wîr’a hê qenc e, ku beraþek stûyê wîva bê girêdanê û binê be’rêda bixeniqe.7Wey li dinyayê, bona ewên ku merivan ji rê derdixin. Usa nabe, ku ev tiþt nebin, lê wey li wî, bi k’îjanî meriv wê ji rê dik’evin.

8eger dest yan nigê te ji rê te derxe, wî jêke û ji xwe bavêje. Ter’a hê qenc e, ku tu qop yan seqet bik’evî nava jîyînê, ne ku du dest yan du nigên te hebin û bêyî avîtinê nava agirê heta-ha-tê.9Û heger ç’evê te ji rê te derdixe, wî derxe û bavêje. Ter’a hê qenc e ku tu bi ç’evekî bik’evî nava jîyînê, ne ku bi du ç’evan bêyî avîtinê nava agirê dojê.10Miqatî xwe bin, ku hûn ji van biç’ûkan yekî bêhurmet nekin, çimkî ez dibêjime we, ku milyaketên wan li ezmên t’imê rûyê Bavê minî ezmana dibînin. 11Kur’ê Meriv hat, ku yê undabûyî bigere û rizgar bike.12Hûn çawa difikirin? Heger sed pezên merivekî hebin û ji wan yek unda be, ewê nod nehan ç’ya-banyanda nehêle û neçe ya undabûyî negere? 13Lê çaxê bibîne, ez rast dibêjime we, ewê bona wê hê gelekî þa be, ne ku bona nod nehên din, ku unda nebûne. 14Usa jî Bavê weyî ezmana naxwaze ku ji van biç’ûkan yek unda be.15Heger birê te neheqyê li te bike, çaxê tu û ew t’enê ne, wî þîret ke. Heger wî guhdarya te kir, te îdî birayê xwe qazinc kir. 16Lê heger guhdarya te nekir, yekî yan duduyên din xwer’a hilde, ku: ,,Bi devê du yan sê þehdan her tiþt bê makkirinê’’.17Lê heger wî guhdarya wan jî nekir, civînêr’a bêje. Û heger guhdarya civînê jî nekir, bira ew ter’a bibe mîna hêtanos û xercgiran.18Ez rast dibêjime we, çi ku hûn li ser erdê girêdin, li ezmên jî wê girêdayî be û çi ku hûn li ser erdê vekin, li ezmên jî wê vekirî be. 19Ez dîsa dibêjime we, heger li ser erdê ji we dudu bi t’ifaq bona tiþtekî dua bikin û bixwazin, Bavê minî ezmana wê bide we. 20Çimkî li k’u du yan sê meriv bi navê min bicivin, ez li wir nava wanda me.»21Hingê Petrûs nêzîkî wî bû û gotê: «Xudan, çaxê birayê min neheqyê li min bike, ez çend car gerekê bibaxþînime wî, heta heft caran?» 22Îsa gotê: «Ez nabêjime te heta heft caran, lê heta heftê caran heft.23Çimkî P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye. P’adþakî xwast li xulamên xwer’a hesabê xwe bike. 24Çaxê dest bi hesaban kir, yek anîne cem wî, ku dehe hezar telantî deyndarê wî bû. 25Lê çimkî wî nikaribû ew deyn bida, xweyê wî ferman da, ku ew, jina wî, lawên wî û hemû hebûka wî bêne firotanê, ku deynê wî bê dayînê.26Hingê xulam deverû xwe avîte ber nigê wî, jê lava kir got: ,,Li min sebir bike, ezê hemû jî li te vegerînim’’. 27Dilê xweyê wî li ser wî þewitî, ew berda û deynê wî jî baxþandê.28Lê gava ew xulam derk’et çû, rastî xulam-hevalekî xwe hat, yê ku sed zîvî deyndarê wî bû, qir’ika wî girt got: ,,Tu çi deyndarê min î bide’’! 29Hingê xulam-hevalê wî xwe avîte ber nigê wî, lava jê kir got: ,,Li min sebir bike. Ezê li te vegerînim’’.30Lê wî guh nedayê, çû ew avîte hebsê, heta ku ew deynê xwe bide. 31Gava xulam-hevalên wîyî din ev tiþtê bûyî dîtin, gelekî ber xwe k’etin û çûn her çi ku bibû xweyê xwer’a gotin.32Hingê xweyê wî gazî wî kir û got: ,,Xulamê xirab! Min deynên te hemû bona wê yekê baxþande te, ku te ji min lava kir. 33Lê gelo ne lazim bû, ku tu jî li xulam-hevalê xwe bihatayî rehmê, çawa ez te hatime rehmê?’’34Û xweyê wî hêrs k’et, ew da destê celatan, heta ku ew deynên xwe hemû bida. 35Usa jî Bavê minî ezmana wê li serê we her kesî bike, heger hûn bi hub û rez nebaxþînine birayê xwe.»
191Gava Îsa ew xeber ser hevda anîn, ji Celîlê derk’et hate sînorê Cihûstanê, wî alyê ç’emê Ûrdunê. 2Gelek k’om pey wî çûn û ewî li wir ew qenc kirin.3Hineke ji fêrisyan nêzîkî wî bûn, ku wî bicêribînin, jê pirsîn: «Gelo anegorî Qanûnê rast e, ku bona her sedemê mêr jina xwe berde?»

4Ewî caba wan da got: «Gelo we ne xandye, serê-sêrîda Efirandar ,,ew nêr û mê xuliqandin’’?5Û got: ,,Ji ber vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle û xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek.’’ 6Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. Lema ewên ku Xwedê kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne.»7Wan gote wî: «Lê çima Mûsa t’emî da, ku mêr nivîsara jinber’danê bide jinê û wê berde?» 8Ewî li wan vegerand got: «Mûsa ji dest serhiþkya we destûr da, ku hûn jinên xwe ber’din. Lê serê-sêrîda ne usa bû. 9Ez wer’a dibêjim, k’î jina xwe bêy me’nya qavyê berde û yeke din bistîne, ew zinêk’aryê dike.»10Þagirtên wî gotinê: «Heger nava jin û mêrda zehmeteke aha heye, hê qenc e qet hevdu nestînin.» 11Îsa got: «Her kes vê yekêda qewat nake, lê t’enê ew, k’îjananr’a hatye dayînê. 12Çimkî nemêr hene, ku ji zikmakyêda usa bûne, nemêr jî hene, ku bi destê merivan bûne nemêr û nemêr jî hene, ku bona P’adþatya ezmana wana xwe kirine nemêr. K’ê dikare xwe zeft ke, bira usa bike.»13Hingê zyarok anîne cem Îsa, ku destên xwe dayne ser wan û dua-dirozge li wan bike. Lê þagirtên wî li yên danîn hilatin. 14Îsa got: «Bira ew zyarok bêne cem min, pêþya wan negirin, çimkî P’adþatya ezmana p’ara yên usa ye.» 15Û Îsa destên xwe danîne ser wan, dua-dirozge kir û ji wir çû.16Yek nêzîkî wî bû, got: «Dersdarê qenc! Ez çi qencyê bikim, ku jîyîna heta-ha-tê war bim?» 17Ewî gote wî: «Tu çima minr’a dibêjî qenc? T’enê Yekî qenc heye: Xwedê. Lê heger tu dixwazî, bik’evî jîyîna heta-ha-tê, t’emyên Xwedê bîne sêrî.»18Ewî ji Îsa pirsî: «K’îjan in?» Îsa got: «Nekuje, zinêk’aryê neke, nedize, þehdetya derew nede, 19dê û bavê xwer’a hurmetê bike û hevalê xwe weke xwe hiz bike.»20Wî cahilî got: «Min ev hemû ji zyarotyêda xwey kirine. Îdî çi kêmasya min heye?» 21Îsa got: «Heger tu dixwazî k’amil bî, her’e hebûka xwe bifiroþe bide feqîran, hingê xezna te wê li ezmana hebe. Û pey min were.» 22Gava wî cahilî ev xeber bihîst, ber xwe k’et, çû, çimkî hebûka wî gelek bû.23Hingê Îsa gote þagirtên xwe: «Ez rast dibêjime we, dewlemendanr’a zehmet e, ku bik’evine P’adþatya ezmana. 24Ez dîsa dibêjime we, deve wê qula derzyêr’a hê rihet derbaz be, ne ku dewlemend bik’eve P’adþatya Xwedê.»25Gava þagirtan ev yek bihîst, gelekî þaþ man û gotin: «Îdî k’î dikare rizgar be?» 26Îsa li wan nihêrî, got: «Ew tiþt ji destê mêriv nayê, lê ji destê Xwedê her tiþt tê.»

27Wê gavê Petrûs lê vegerand got: «Awa me her tiþt hiþtye û pey te hatine, lê axirya me wê çawa be?»28Îsa gote wan: «Ez rast dibêjime we, çaxê Kur’ê Meriv Dinya Nûda li ser T’extp’adşê xweyî rûmetê rûnê, hûnên ku pey min tên, ser donzdeh k’ursyan rûnên û dîwana donzdeh qebîlên Îsraêlê bikin.29Û her kesê ku mala xwe yan birayên xwe yan xûþkên xwe, yan bavê xwe yan dya xwe, yan lawên xwe, yan erdên xwe bona navê min hiþtine, ewê sed bare bistîne û jîyîna heta-ha-tê jî wê war be. 30Lê gelekên pêþ wê bibine paþ û gelekên paþ wê bibine pêþ.»
201«P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: Merivekî xweymilk’ sibehê zû rabû, ku bona baxê xwe k’arkeran bigire. 2Ewî k’arkeranr’a peyman girêda, ku rojê zîvekî bide wan û ew þandine nava baxê xwe.3Nêzîkî siheta nehan derk’et, hinekên din dîtin, ku betal bazarêda sekinî bûn, 4gote wan: ,,Hûn jî her’ine nava baxê min û çi maþ wer’a dik’eve, ezê bidime we’’. Ew jî çûn.5Dîsa siheta donzdehan û siheta sisyan derk’et û usa kir. 6Û nêzîkî siheta pêncan derk’et, hinekên din jî dîtin, ku betal sekinî bûn, gote wan: ,,Çima hûn li vir t’emamya rojê betal sekinî ne’’? 7Wan gote wî: ,,T’u kesî em bi k’irê nebirin’’. Ewî wanr’a got: ,,Hûn jî her’ine nava baxê min’’.8Berî êvarê, xweyê bax wek’îlê mala xwer’a got: ,,Gazî k’arkeran ke, maþê wan bide, ji yên paþin dest pê ke heta yên pêþin’’. 9Ew k’arkerên ku siheta pêncan hatibûn, ji wan her yekî zîvek stand. 10Gava yên pêþin jî hatin, ew difikirîn, ku wê zêde bistînin. Lê ji wan her yekî jî zîvek stand.11Gava maþê xwe standin, hindava xweyê baxda bîna xwe teng kirin û gotin: 12,,Me t’emamya giranya rojê û germa wê k’iþand, lê evên ku paþwaxtyê hatin, qet sihetekê jî nexebitîn, te ew weke me kirin’’.13Malxê ji wan yekîr’a got: ,,Heval! Ez neheqyê li te nakim. Tu minr’a li ser zîvekî qayl nebûyî? 14Maþê xwe bistîne û her’e. Ez dixwazim çawa ku min da te, usa jî bidime evê paþin.15Yan îzina min ser hebûka min nîne, ku ez çawa bixwazim usa bikim? yan tu hevsûdyê dikî, ku ez merd im?’’

16Û aha yên paþ wê bibine pêþ û yên pêþ wê bibine paþ, çimkî gazîkirî gelek in, lê hilbijartî hindik.»17Çaxê Îsa radibû Orþelîmê, her donzdeh þagirtên xwe xwer’a birin û rêda baþqe gote wan: 18«Va ye em hevraz diçine Orþelîmê. Kur’ê Meriv wê bik’eve destê serokên k’ahînan û qanûnzanan. Ewana wê bona wî qirara kuþtinê derxin 19û wî bidine destê hêtanosan, ku qerfê xwe wî bikin, bidine ber qamçyan û xaç kin. Lê roja sisyan ewê ji mirinê zêndî be.»20Hingê dya kur’ên Zebedî t’evî her du kur’ên xwe hate cem Îsa, ser nigên wîda ta bû, tiþtek jê dixwast. 21Îsa jê pirsî: «Tu çi dixwazî?» Wê got: «Bêje, ku ev her du kur’ên min, yek alyê teyî rastê, yê din jî alyê teyî ç’epê rûnên, nava p’adþatya teda.»22Lê Îsa li wan vegerand got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê k’asê vexwin, ya ku ezê vexwim yan bi wê nixamtinê bêne nixamtinê, bi k’îjanê ezê bême nixamtinê?» Wan gotê: «Belê, em dikarin.» 23Ewî gote wan: «Rast e, hûnê wê k’asa min vexwin û bi wê nixamtinê bêne nixamtinê, lê destûra rûniþtina li alyê minî rastê û ç’epê ne destê minda ye. Ew cî bona wan in, k’îjananr’a ji Bavê minda hatine hazirkirinê.»

24Her dehe þagirtên din gava ev bihîstin, dilê wan ji her du bira ma.25Lê Îsa ew gazî cem xwe kirin û got: «Hûn zanin, ku mîrên miletan zordestyê cimeta xwe dikin û giregirên wan hikumî ser wan dikin. 26Lê nav weda gerekê usa nebe. K’î nav weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestyê we. 27Û li nav weda k’î ku dixwaze bibe pêþ, gerekê bibe xulamê we, 28çawa Kur’ê Meriv: ew nehatye ku wîr’a berdestyê bikin, lê ku ew berdestyê bike û canya xwe bide, ku gelekan bik’ir’e.»29Gava ew ji Erîhayê derk’etin, k’omeke giran da pey wî çû. 30Du kor ser wê rê rûniþtibûn. Gava wana bihîst ku Îsa derbaz dibe, kirine qîr’în û gotinê: «Xudan, Kur’ê Dawid, me were rehmê.» 31Wê k’omê li wan hilat, ku dengê xwe bibir’in, lê wana hê kire qîr’în û gotinê: «Xudan, Kur’ê Dawid, me were rehmê!»32Îsa sekinî, gazî wan kir û got: «Hûn çi ji min dixwazin, ku ez bona we bikim?» 33Wana gote wî: «Xudan, bira ç’evên me vebin.» 34Dilê Îsa li ser wan þewtî û dest danî ser ç’evên wan. Û hema cîda ç’evên wan dîtin, dane pey Îsa çûn.
211Gava ew nêzîkî Orþelîmê bûn, hatine gundê Beytfacê, berbi ç’yayê Zeytûnê. Hingê Îsa du þagirtên xwe þandin 2û gote wan: «Her’ine wî gundê pêþberî xwe û hûnê k’ereke girêdayî, ceþik li ber, bibînin. Wan vekin bînine cem min. 3Heger yek tiþtekî bêje we, hûn bêjinê: ,,Xudanr’a lazim in’’ û ewê zû wan biþîne.»4Eva usa bû, ku ew gotina pêxember bê sêrî, ku dibêje: 5«Bêjine Qîzika Sîyonê: ,,Va p’adþê te tê cem te, milûk û li k’erê û ceþika k’erê syarbûyî’’.»6Þagirt çûn û çawa Îsa t’emî dabû, wan usa kir. 7K’er û ceþik anîn, k’incên xwe avîtine ser wan û Îsa li wan syar bû. 8K’omeke giran k’incên xwe li ser rê radixistin, hinekan jî çiqilên daran dibir’în û li ser rê radixistin.9K’oma ku pêþya wî û pey wîva diçûn, dikire qîr’în û digot: «Hosanna Kur’ê Dawidr’a! Bimbarek e ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna li jorê!»

10Gava Îsa çû Orþelîmê, bajar pêda-pêda hejya û pirsîn: «Ev k’î ye?» 11Cimetê got: «Eva, Îsayê pêxember e, ji Nisreta Celîlê.»12Îsa çû p’aristxana Xwedê û hemûyên ku p’aristxanêda dik’ir’în û difirotin derxistin. T’extên serafan û k’ursyên kewfiroþan welgerandin 13û gote wan: «Nivîsar e: ,,Mala min wê mala duakirinê bê hesabê’’, lê we ew kirye þkefta t’alank’aran!»

14Li wir, p’aristxanêda kor û seqet hatine cem û ewî ew qenc kirin.15Lê çaxê serokên k’ahînan û qanûnzanan ew k’iryametên ku Îsa kirin dîtin û usa jî ew zyarokên ku p’aristxanêda dikirine qîr’în, digotin: «Hosanna Kur’ê Dawidr’a!» hêrs k’etin 16û gotine wî: «Tu dibihêyî ev çi dibêjin?» Îsa gote wan: «Belê. We qet nexandye, ku: ,,Te pesindayîn bi zarên t’ifalan û þîrxuran meyaser kir’’ ?»

17Ewî ew li wir hiþtin, ji bajêr derk’et çû Beytanyayê û þev li wir ma.18Sibehê zû, gava ew vegerya bajêr, birçî bû. 19Li ser rê dareke hêjîrê dît, nêzîkî wê bû, lê pêþtirî belgan tiþtekî din pêva nedît û darêr’a got: «Ji vir hada tuê heta-ha-tê ber nedî!» Û hema cîda dar hiþk bû.20Çaxê þagirtan ev yek dît, zendegirtî man û gotin: «Çawa ev dara hêjîrê zû hiþk bû?» 21Îsa caba wan da û got: «Ez rast dibêjime we, heger bawerya we hebe û hûn dudilî nebin, ne t’enê hûnê çi ku hate serê vê dara hêjîrê bikin, lê heger vî ç’yayîr’a jî bêjin: ,,Rabe xwe bavêje be’rê’’, wê bibe. 22Heger bawerya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin.»23Gava ew hate p’aristxanê û cimet hîn kir, serokên k’ahînan û rûspyên cimetê hatine cem wî û gotinê: «Tu bi çi hikumî van kiran dikî? K’ê ev hikum daye te?» 24Îsa li wan vegerand got: «Ezê jî tiþtekî ji we bipirsim. Heger we caba min da, ezê jî bêjime we bi çi hikumî van kiran dikim.25Hikumê nixamtina Yûhenna ji k’u bû? Ji ezmên bû yan ji merivan?» Ew nava hevda þêwrîn û gotin: «Heger em bêjin: ,,Ji ezmên bû’’, ewê bêje me: ,,Lê çima we bawerya xwe wî neanî’’? 26Lê heger em bêjin: ,,Ji merivan bû’’, em ji cimetê ditirsin, çimkî hemû qebûl dikin, ku Yûhenna pêxember bû.» 27Wan caba Îsa da û got: «Em nizanin.» Ewî jî gote wan: «Ez jî nabêjime we, ku ez bi çi hikumî van kiran dikim.28Got: «Weva çawa k’ifþ dibe? Du kur’ên yekî hebûn. Ewî kur’ê xweyî mezinr’a got: ,,Lawo! Îro her’e nava baxda bixebite’’. 29Wî lê vegerand got: ,,naçim’’, lê paþê p’oþman bû, çû. 30Hingê bav çû cem yê din, ewî jî aha got: ,,Belê, ezê her’im, bavo’’, lê neçû.31Niha ji van her du kur’an k’îjanî guhdarya bavê xwe kir?» Wan gotê: «Yê mezin.» Îsa jî gote wan: «Ez rast dibêjime we, ku xercgir û qav berî we wê bik’evine P’adþatya Xwedê. 32Çimkî Yûhenna hat, ku rya rastyê nîþanî we bike, we bawerya xwe wî neanî, lê xercgir û qavan bawerya xwe wî anîn. We ev tiþt dît jî, lê dîsa we xwe neþkênand, ku bawerya xwe wî banya.33Meseleke din jî bibihên. Merivekî xweymilk’ hebû, bax danî, dorê sûr kir, hewzek têda k’ola, kelak çê kir û ew da baxvanan û çû welatekî din. 34Çaxê dema bert’opkirinê nêzîk bû, ewî xulamên xwe þandine cem baxvanan, ku ji berê baxê wî wîr’a bînin.35Baxvanan xulamên wî girtin, yekî xistin, yê din kuþtin û yekî din jî dane ber keviran. 36Ewî xulamne din þandin, ji yên pêþin gelektir û wan usa jî anîne serê wan. 37Axiryê, ewî kur’ê xwe þande cem wan û got: ,,Belkî ji kur’ê min þerm bikin’’.38Lê gava baxvanan kur’ê wî dît, gotine hev: ,,Ev e warxurê wî. Werin em vî bikujin û bibine xweyê mîrata wî’’. 39Û ew girtin ji bax derxistine der û kuþtin.40Çaxê xweyê bax bê, wê çi serê wan baxvanan bike?» 41Gotine wî: «Wê qir’a wan neheqan bîne û bax bide baxvanên usa, yên ku wê waxtda berê baxê wî bidinê.»42Îsa gote wan: «We nivîsarêda qet nexandye? ,,Ew kevirê ku hosteyan wêda avît, bû serê enîþkê. Ev yek ji Xudanda bû û li ber ç’evên me heyr-hujmek’ar e’’!43Bona vê yekê ez dibêjime we, ku P’adþatya Xwedê ji we wê bê standinê û miletekî usar’a bê dayînê, ku bona wî ber bîne. 44K’î ku ser vî kevirîda bik’eve, wê bip’iþire û ew kevir ser k’êda bik’eve, wê wî bihincir’îne.»45Gava serokên k’ahînan û fêrisyan meselên wî bihîstin, fem kirin ku wî ew anîne ser wan. 46Xwastin wî bigirin, lê ji cimetê tirsyan, çimkî wan ew weke pêxemberekî qebûl dikirin.
221Dîsa Îsa bi mesele wanr’a xeber da got: 2«P’adþatya ezmana mîna vê yekê ye: P’adþakî dewata kur’ê xwe kir. 3Ewî xulamên xwe þandin, ku gazî xandyên dewatê kin, lê wan nexwast bên.4Xulamne din þandin û got: ,,Bêjine xandyan: Min canege û heywanên xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kirye, her tiþt hazir e. K’erem kine dewatê!’’5Lê wan piþt guhê xweva avît: yek çû erdê xwe, yê din k’ir’în-firotana xwe. 6Yên mayîn jî xulamên wî xistin û kuþtin. 7Gava p’adþê bihîst, hêrs k’et, ordya xwe þand, yên ku xulamên wî kuþtin qir’a wan anî, bajarê wan jî þewtand.8Hingê wî xulamên xwer’a got: ,,Dewat hazir e, lê xandî ne hêja bûn. 9Rabin her’ine serê rya û k’ê ku bibînin, gazî dewatê kin’’. 10Û ew xulam derk’etine serê ryan, k’î ku dîtin, qenc û xirab, hemû civandin û mala dewatê bi xandyanva t’ije bû.11Lê gava p’adþa çû hindur, ku xandyan binihêre, merivek wir dît, ku k’inca dewatê lê nîbû, 12gotê: ,,Heval! Tu çawa bêy k’inca dewatê k’etî vir’’? Wî deng nekir.13Wê demê p’adþê berdestyanr’a got: ,,Dest û p’yên wî girêdin, bigirin bavêjine tarya derva. Li wir wê bibe qîr’în û ç’irke-ç’irka diranan.’’ 14Awa gazîkirî gelek in, lê hilbijartî hindik.»15Hingê fêrisî çûn hev þêwrîn, ku çawa wî bi xeberan bigirin. 16Wan þagirtên xwe t’evî Hêrodesyan þandine cem wî û gotinê: «Dersdar! Em zanin, ku tu yekî rast î û rya Xwedê rast hîn dikî. Minetê ji t’u kesî nakî, çimkî firqyê nakî nava merivan. 17Niha mer’a bêje, bi fikira te, lazim e em xerc bidine qeyser yan na?»18Îsa qelpya wan fem kir, got: «Çima hûn min dicêribînin, durûno? 19P’erê xercdayînê nîþanî min kin.» Wan zîvek wîr’a anî.20Îsa ji wan pirsî: «Ev nivîsar û sifet yên k’ê ne?» 21Gotine wî: «Yên Qeyser in.» Hingê gote wan: «Awa çi yên Qeyser in, bidine Qeyser û çi yên Xwedê ne, bidine Xwedê.» 22Gava wan bihîst zendegirtî man, ew hiþtin û çûn.23Wê rojê ji sadûqyên ku digotin mirî zêndî nabin, hinek hatine cem Îsa, jê pirsîn 24û gotinê: «Dersdar! Mûsa got: ,,Heger yek bêzuret bimire, birayê wî bira jina wî bistîne û zuret pey birê xwe xe.’’25Awa heft bira li cem me hebûn. Birê mezin zewicî, bêzuret mir, jina wî birayê wîr’a ma. 26Usa jî hate serê birayê dudan û yê sisyan, xulese ev yek hate serê her heftan jî. 27Li pey hemûyanr’a ew jin jî mir. 28De niha bêje, Roja Zêndîbûna miryan ew jin wê ji wan her heftan bibe jina k’îjanî? Çimkî hemûyan jî ew standibû.»29Îsa li wan vegerand got: «Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsaran zanin, ne jî qewata Xwedê. 30Roja Zêndîbûna miryan ne wê bizewicin, ne jî mêr kin, lê wê mîna milyaketên ezmên bin.31Lê derheqa zêndîbûna miryanda, gelo we xebera Xwedêye wer’a gotî nexandye? 32,,Ez Xwedêyê Îbrahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im.’’ Xwedê ne Xwedêyê miryan e, lê Xwedêyê zêndyan e.» 33Gava k’oma hazir ev tiþt bihîstin, li ser hînkirina wî zendegirtî man.34Lê gava fêrisyan bihîst, ku Îsa sadûqî dengbir’î kirin, hemû li cîkî civyan. 35Hingê ji wan qanûnzanan yekî pirs da Îsa, ku wî bicêribîne û got: 36«Dersdar. Qanûnêda t’emya here mezin k’îjan e?»37Îsa gotê: «,,Xudan Xwedê xwe hiz bike: bi t’emamya dilê xwe, bi t’emamya kesa xwe û bi t’emamya hiþê xwe.’’ 38Ev e t’emya pêþin û here mezin.39Û ya dudan jî mîna vê ye: ,,Hevalê xwe weke xwe hiz bike’’. 40Hemû nivîsarên pêxemberan û Qanûnê ji van her du t’emyanva girêdayî ne.»41Gava fêrisî civyan, Îsa ji wan pirsî 42û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, t’exmîna we ew kur’ê k’ê ye?» Gotine wî: «Kur’ê Dawid e.»43Îsa gote wan: «Lê çawa Dawid bi Ruh wî Xudanê xwe hesab dike? Çimkî wî got: 44,,Xudan gote Xudanê min: Li alyê minî rastê rûnê, heta ku ez dijminên te bikime binê p’yên te.’’45Heger Dawid wî ,,Xudan’’ hesab dike, ew çawa dibe kur’ê wî?» 46Û t’u kes nikaribû caba wî bida û li pey wê rojêr’a t’u kesî newêrbû pirsek ji wî bikira.
231Hingê Îsa k’oma merivanr’a û þagirtên xwer’a xeber da got: 2«Qanûnzan û fêrisî ser k’ursyê Mûsa rûniþtine. 3Îdî ew çi wer’a bêjin xwey kin û biqedînin, lê mîna wan nekin, çimkî ew dibêjin, lê nakin.4Barên giran û zehmet girêdidin, datînine ser milên merivan, lê ew xwexa naxwazin t’ilya xwe jî bidinê. 5Ew her tiþtî dikin, ku li ber merivan bêne k’ifþê. Keþkûlên p’rtûkane mezin mil û enyên xweva girêdidin û rîþyên k’incên xwe dirêj dikin.6Þayanda serê jorin hiz dikin, kinîþtanda k’ursyên pêþin, 7Ew hiz dikin bazaranda silavê bistînin û meriv jî bêjine wan: ,,Mamoste’’.8Lê bira wer’a nebêjin: ,,Mamoste’’, çimkî dersdarê we yek e, ew Mesîh e û hûn hemû jî bira ne. 9Li ser dinyayê hûn t’u kesîr’a nebêjin: ,,Bavo’’, çimkî Bavê we yek e, ew li ezmên e. 10Ne jî wer’a bêjin: ,,Rêber’’, çimkî Rêberê we yek e, ew Mesîh e.11Bira nava weda yê herî mezin bibe berdestyê we. 12K’î ku xwe bilind bigire, ewê nimiz be, lê k’î xwe nimiz bigire, ewê bilind be.13Lê wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Hûn derê P’adþatya ezmana li ber merivan dadidin. Ne hûn dik’evinê û ne jî wan dihêlin, yên ku dixwazin bik’evinê. 14Wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Ku hûn malên jinebyan hûfî xwe dikin, lê alîkîva duayê xwe dirêj dikin, ku ji merivan bêne dîtinê. Bona vê yekê dîwana we wê hê giran be. 15Wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Hûn li be’r û bejan digerin, ku yekî nebawer bînine ser rya xwe. Û gava hûn digihîjine meremê xwe, hûn wî du car ji xwe zêdetir dikine p’ara dojê.16Wey li we rêberên kor, hûn dibêjin: ,,K’î ku bi p’aristxanê sond dixwe, ne tiþtek e. Lê k’î ku bi zêr’ê p’aristxanêda sond dixwe, dibe deyndar’’. 17Hey bêaqil û korno! K’îjan mezin e, zêr’ yan p’aristxane, ku zêr’ helal dike?18Usa jî hûn dibêjin: ,,K’î ku bi qurbangehê sond dixwe ne tiþtek e, lê k’î bi hedya ser qurbangehê sond dixwe, dibe deyndar’’. 19Hey bêaqil û korno! K’îjan e mezin? Hedî yan qurbangeh, ku hedyê helal dike?20Awa, k’î bi qurbangehê sond dixwe, ew him bi wê sond dixwe, him jî bi hemû tiþtên ku ser wê hene. 21K’î bi p’aristxanê sond dixwe, ew him bi wê sond dixwe, him jî bi wî, k’î wêda dimîne. 22Û k’î bi ezmên sond dixwe, ew him bi T’extp’adşê Xwedê sond dixwe, him jî bi yê ser rûniþtî.23Wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Hûn dehekên pûngê, anîsoyê û kêmûnê didin, lê tiþtên Qanûnêye pêþ: heqyê, rehmê û baweryê davêjine piþt xwe. We gerekê ev bikirana û dest ji tiþtên mayîn nek’iþanda. 24Rêberên kor! Hûn k’ermêþan diparzinin, lê deveyan dadiqurtînin!25Wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Hûn t’as û fîncanan rûyê dervava paqij dikin, lê hindurva t’ijî timayî û ç’evbirçîtî ne. 26Fêrisyê kor! Berê pêþda hindurê fîncan û t’asê paqij ke, ku derva jî paqij be.27Wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Hûn mîna t’irbên sipîkirî ne, ku ji derva bedew k’ifþ dibin, lê hindurva bi hestûyên miryan û bi her heramyêva t’ijî ne. 28Usa jî hûn, ji derva merivanva rast têne k’ifþê, lê hindurva durû û neheq in.29Wey li we qanûnzan û fêrisyên durû! Hûn t’irbên pêxemberan çê dikin û t’irbên yên rast dixemilînin 30û dibêjin: ,,Heger em rojên bavên xweda bûna, meyê t’evî wan xûna pêxemberan nerêta’’. 31Îdî hûn dibine þehdê xwe, ku hûn lawên wan bavan in, yên ku pêxember kuþtine.32De kêmasya xirabyên bavên xwe t’emam kin. 33Me’rno! Ç’êjikên me’ran! Hûnê çawa ji dîwana dojê birevin?34Lema ezê pêxemberan, serwaxtan û qanûnzanan biþînime cem we û hûnê ji wan hinekan bikujin, xaç kin, hinekan jî kinîþtên xweda bidine ber qamçyan û bajar-bajar bizêrînin. 35Hemû xûna bêsûce ku li ser rûyê erdê hatye rêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc heta xûna Zekeryayê kur’ê Berexya, ku we nava p’aristxanê û qurbangehêda kuþt. 36Ez rast dibêjime we, ev hemû xûn wê bêne serê vî nisilî.37Orþelîm! Orþelîm! Te pêxember dikuþtin û þandyên cem xwe didane ber keviran! Çend caran min xwast lawên te bicivanda, çawa mirîþk cûcûkên xwe dicivîne bin baskên xwe, lê te nexwast! 38Awa mala te wê xirabe û destjêberdayî bimîne. 39Ez dibêjime we, îdî ji vir hada hûn min nabînin, heta ku bêjin: ,,Bimbarek e ewê ku bi navê Xudan tê’’.»
241Gava Îsa ji p’aristxanê derk’et çû, þagirt çûne cem wî, ku xanyên p’aristxanê nîþanî wî kin. 2Îsa wanr’a got: «Hûn van hemûyan dibînin? Ez rast dibêjime we, ev hemûyên jî wêran bin, vê derê kevirê li ser kêvir nemîne!»3Gava ser ç’yayê Zeytûnê ew rûniþtibû, þagirtên wî t’enê hatine cem û jê pirsîn: «Bêje me, ev tiþt wê çiçax bibin? Û nîþana hatina te û axirya vê dinyayê wê çi be?» 4Îsa caba wan da, got: «Miqatî xwe bin, ku t’u kes we nexapîne, 5çimkî gelek wê bi navê min bên û bêjin: ,,Ez im Mesîh’’ û wê gelekan bixalifînin.6Hûnê deng û be’sê þer’an bibihên, lê miqatî xwe bin, xwe unda nekin. Gerekê ev tiþt bibin, lê ew hê ne axirî ye. 7Miletê rabe li ser milet, p’adþatî li ser p’adþatyê, cî-cyan xelayî, nexaþya mirinê û erdhej wê bibin. 8Lê ev hemû mîna êþa k’ulfetê ye, ku dest pê dike lê digire.9Hingê wê we bidine te’lî-tengyê, we bikujin û bona navê min hûnê ber ç’evên her miletan reþ bin. 10Hingê gelek wê ji rê bik’evin, wê nemamya hevdu bikin û ber ç’evê hev reþ bin. 11Gelek pêxemberên derew wê derk’evin û gelekan bixalifînin.12Ji dest zêdebûna neheqyê hizkirina gelekan wê sar be. 13Lê k’î heta axiryê teyax ke, ewê rizgar be. 14Û ev Mizgînya P’adþatyê wê li nava t’emamya dinyayêda bê dannasînkirinê, ku her miletanr’a bibe þehdetî û hingê axirî wê bê.15Çaxê hûn Heramya wêrankirinê li cyê pîroz cîgirtî bibînin, çawa ku Danîyêl pêxember got, (yê bixûne bira fem bike), 16hingê ewên ku Cihûstanêda ne bira birevine ç’yan. 17Yê ser xanî ye, bira danek’eve, ku ji malê tiþtekî hilde. 18Û ewê ku li k’ewþên e, bira venegere ku p’otê xwe hilde.19Lê li wan rojanda wey li hemlan û destdergûþan! 20Dua bikin, ku reva we nek’eve zivistanê yan jî roja þemyê. 21Çimkî hingê tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêka dinyayêda heta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe. 22Heger ew roj kin nebûna, t’u bedenê rizgar nebûya, lê boy xatirê hilbijartyan ew roj wê kin bin.23Hingê, heger yek wer’a bêje: ,,Va ye Mesîh vir e’’ yan ,,Wa ye wir e’’, bawer nekin. 24Çimkî mesîh û pêxemberên derew wê derên, nîþan û k’iryametên mezin bikin, ku bikaribin hilbijartyan jî bixalifînin. 25Va ye min hê pêþda wer’a got.26Heger wer’a bêjin: ,,Va ye Mesîh çolêda ye’’, dernek’evin, yan: ,,Wa ye, ew wê odêda ye’’, bawer nekin. 27Çimkî çawa birûsk ji rohilatê birq dide û heta roavayê k’ifþ dibe, wê hatina Kur’ê Meriv jî bi wî awayî be. 28«Li k’u cendekên mirî hebin, teyrê jî li wir t’op bin.»29Pey tengasya wan rojanr’a, rûyê te’vê wê bê girtinê û hîvê jî ronaya xwe nede, steyrk wê ji ezmên bik’evin û t’opên ezmana wê ji ryên xwe derk’evin.30Hingê nîþana Kur’ê Meriv wê li ezmên k’ifþ be û her miletên dinyayê wê þînê bikin, çaxê bibînin Kur’ê Meriv li ser e’wrên ezmên bi qewat û rûmeta mezin tê. 31Ewê milyaketên xwe bi dengê bor’yane bilind biþîne û hilbijartyên wî wê ji her çar qulban bicivînin: ji p’er’ekî ezmên heta p’er’ê din.32Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin. Çaxê çiqilên wê ter’ dibin û belgên wê dibiþkivin, îdî hûn zanin, ku havîn nêzîk e. 33Usa jî çaxê hûn van her tiþtan bibînin, bizanibin ku ev tiþt nêzîk e, li ber þêmîkê ye.34Ez rast dibêjime we, eva nisila derbaz nabe, heta ku ev hemû tiþt nebin. 35Erd û ezmanê derbaz bin, lê gotinên min t’u car derbaz nabin.36Lê bona wê rojê û wê sihetê t’u kes nizane, ne jî milyaketên ezmana lê t’enê bav.37Çawa ku li rojên Nuhda bûn, li dema hatina Kur’ê Merivda jî wê usa bibin. 38Çawa ku wan rojên berî tofanê merivan dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nuh k’ete gemyê 39û meriv pê nehesyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin. Li dema hatina Kur’ê Merivda jî wê usa be.40Hingê du meriv wê li nav erdê xweda bin, yekê bê hildanê û yê din bê hiþtinê. 41Û du k’ulfet wê li ser k’arê destarekî bin, yekê bê hildanê, ya din bê hiþtinê. 42Awa hiþyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê k’îjan rojê bê.43Lê vê yekê bizanibin, heger xweyê malê bizanibûya, ku k’îjan dema þevêda dizê bihata, wê hiþyar bima û nehiþta, ku mala wî derevekira. 44Lema, hûn jî hazir bin, çimkî Kur’ê Meriv wê siheteke usada bê, ku hûn ne ç’evnihêrî ne.45Awa k’î ye ew xulamê amin û serwaxt, ku axayê wî ew ser xulamên xwe k’ifþ kir, ku xwarina wan waxtda bide wan? 46Xwezî li wî xulamî, ku gava axayê wî bê, wî usa bibîne. 47Ez rast dibêjime we, ewê wî dayne ser t’emamya hebûka xwe.48Lê heger xulamê xirab dilê xweda bêje: ,,Axayê min hatina xwe derengî êxist’’ 49û dest pê ke xulam-hevalên xwe xe û t’evî yên pey îçkê bixwe û vexwe, 50axayê wî xulamî wê rojeke usada bê, ku ewê ne hîvyê be û siheteke usada, ku ewê nizanibe. 51Ewê wî xulêm qet-qetî ke û p’ara wî wê t’evî durûyan ke. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka diranan.
251Hingê P’adþatya ezmana wê mîna vê yekê be: Dehe qîzên bik’ir ç’irên xwe hildan pêþya zavêda çûn. 2Ji wan pênc serwaxt bûn, lê pênc bêfem. 3Bêfeman ç’irên xwe hildan, lê rûn xwer’a hilnedan, 4lê yên serwaxt bi t’evî ç’irê rûn jî derdananda xwer’a hildan.5Çaxê zava derengî k’et, hemû jî westyan û k’etine xewê. 6Nîvê þevê dengek hat: ,,Va ye zava tê! Pêþya wîda her’in!’’7Hingê hemû bik’ir rabûn ç’irên xwe saz kirin. 8Bêfeman gote serwaxtan: ,,Ji rûnê xwe bidine me jî, çimkî ç’irên me vêdisin’’. 9Lê serwaxtan li wan vegerand got: ,,Na, belkî ev rûn t’êra me û we neke. Baþ e, ku hûn her’ine cem ewên ku difroþin xwer’a bik’ir’in’’.10Û dema ew çûn bik’ir’in, zava hat û ewên hazir bi wîr’a k’etine dewatê û derî hate girtinê. 11Paþê bik’irên din jî hatin û gotin: ,,Xudan, Xudan! Derî li me veke!’’ 12Lê wî caba wan da got: ,,Ez rast dibêjime we, ez we nas nakim’’. 13Awa hiþyar bimînin, çimkî hûn ne roja hatina Kur’ê Meriv dizanin, ne jî sihetê.14Hingê P’adþatya ezmana wê mîna vê yekê be: Merivek wê derk’eta rêwîtyê, wî gazî xulamên xwe kirin, hebûka xwe sparte wan. 15Pênc telant dane yekî, dudu dane yê din û telantek jî da yekî din, her kesîr’a weke qewata wî û zû rê k’et çû. 16Yê pênc telant standibûn, zû çû bi wan xebitî û pêncên din jî serda qazinc kirin.17Usa jî, yê ku du telant standibûn, duduyên din jî qazinc kirin. 18Lê ewî ku telantek standibû, çû erd k’ola û zîvê axayê xwe têda veþart.19Pey gelek waxtr’a axayê wan xulaman hat û xwast hesabê xwe t’evî wan bike. 20Yê ku pênc telant standibûn pêþda hat, pênc telantên din jî anîn û got: ,,Axayê min, te pênc telant dabûne min. Min ser wanda pêncên din jî qazinc kirin,’’ 21Axayê wî gotê: ,,Eferim, xulamê baþ û amin! Tu nava tiþtên hindikda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tiþtan. Bik’eve þaya axayê xwe!’’22Yê du telant standibûn, ew jî hat û got: ,,Axayê min! Te du telant dabûne min. Min duduyên din jî li ser wanda qazinc kirin’’. 23Axayê wî gotê: ,,Eferim, xulamê baþ û amin! Tu nav tiþtên hindikda amin mayî, ezê te daynime ser gelek tiþtan. Bik’eve þaya axayê xwe!’’24Lê yê telantek standibû hat û got: ,,Axayê min, min zanibû, ku tu merivekî sert î. Ji wê dera te neçandye didirûyî û ji dera te ne reþandye t’op dikî. 25Ez jî tirsyam, çûm min telantê te erdêda veþart. Hanê, ya te tera.’’26Axayê wî lê vegerand got: ,,Xulamê xirab û xweranedîtî! Te zanibû, ku ez ji wê dera ku min neçandye didirûm û ji wê dera ku min nereþandye t’op dikim, 27çima te zîvê min neda serafan, ku ez bihatama min telantê xwe bi qazincêva bistanda?28Niha wî telantî jê bistînin û bidine wî, deh telantên k’ê hene. 29Çimkî yê k’ê ku heye, wîr’a wê bê dayînê û serda wê zêde be, lê yê k’ê ku t’une, çî wî jî heye wê jê bê standinê. 30Lê ew xulamê bêkêr bavêjine tarya derva. Li wir wê bibe girî û ç’irke-ç’irka diranan.’’31Dema ku Kur’ê Meriv bi rûmeta xweva t’evî hemû milyaketan bê, hingê wê li ser T’extp’adşê xweye rûmetê rûnê 32her milet jî wê li ber hizûra wî bicivin. Ewê wan ji hev baþqe ke, çawa þivan pêz ji bizinan vediqetîne. 33Ewê pêz li alyê xweyî rastê bide sekinandinê, lê bizinan li alyê ç’epê.34Hingê p’adþa wê yên li alyê xweyî rastêr’a bêje: ,,Werin, dirozge lêbûyên Bavê min! Û wê p’adþatyê war bin, ya ku bona we ji dema efirandina dinyayêda hazir bûye. 35Çimkî ez birçî bûm we xurek da min, t’î bûm we av da min, xerîb bûm, we ez qebûl kirim, 36tazî bûm, we ez k’inc kirim, nexaþ bûm, hûn ser minda hatin, hebsêda bûm, hûn hatine dîtina min.’’37Hingê yên rast wê wîr’a bêjin: ,,Xudan, me çiçax tu birçî dîtî û xurek daye te? yan me tu t’î dîtî û av daye te? 38Me çiçax tu xerîb dîtî û tu qebûl kirî yan jî tu tazî dîtî û tu k’inc kirî? 39Çiçax me tu nexaþ yan hebsêda dîtî û em hatine dîtina te?’’ 40P’adþa jî wê bêje wan: ,,Ez rast dibêjime we, heger we qencî bona ji van birakî minî herî biç’ûk kir, we bona min kir’’.41Hingê ewê yên alyê ç’epêr’a bêje: ,,Nifir lêbûyîno! Dûrî min her’in: nava agirê heta-ha-tê, ku bona Þeytan û milyaketên wî hazir bûye. 42Çimkî ez birçî bûm, we xurek neda min, t’î bûm, we av neda min, 43xerîb bûm, we ez qebûl nekirim, tazî bûm, we ez k’inc nekirim, nexaþ û hebsêda bûm, hûn ser minda nehatin’’.44Hingê ewê wîr’a bêjin: ,,Xudan! Me çiçax tu birçî yan t’î yan xerîb yan tazî yan nexaþ yan hebsêda dîtî û me alîk’arî neda te’’? 45Hingê ewê caba wan bide û bêje: ,,Ez rast dibêjime we, heger we qencî bona yekî ji evên herî biç’ûk nekir, we bona min jî nekir’’. 46Evê her’ine nava cizareta heta-ha-tê, lê yên rast wê her’ine nava jîyîna heta-ha-tê.»
261Gava Îsa ev hemû xeber xilaz kirin, þagirtên xwer’a got: 2«Hûn zanin, ku du rojan þûnda wê Cejina Derbazbûnê be û Kur’ê Meriv xaçkirinêr’a wê bê dayînê.»3Hingê serokên k’ahînan û rûspyên cimetê li seraya serokk’ahînda, ku navê wî Qeyafa bû, civyan 4û li hev þêwrîn, ku Îsa dizîva bi fêlbazyê bigirin, bikujin. 5Lê wan digot: «Bira ev yek cejinêda nebe, ku cimet ranebe miqabilî me.»6Çaxê Îsa li Beytanyayê mala Þimhûnê k’otîda bû, 7k’ulfetek, ku derdanek rûnê wêye bînxaþ hebû û ew derdan ji alabastirê bû, ew hate cem Îsa û gava ew li ser sifrê rûniþtibû, rûn ser serê wîda kir. 8Gava þagirtan eva yeka dît, li wan xaþ nehat û gotinê: «Çima ev zyan bû? 9Eva rûna dikaribû bi bahakî giran bihata firotanê û feqîranr’a bihata belakirinê.»10Lê Îsa vê yekê hesya û gote wan: «Çima hûn xatirê wê k’ulfetê dik’evin? Ewê tiþtekî qenc bona min kir. 11Feqîr wê her t’im wer’a hebin, lê ezê her t’im ne t’evî we bim.12Ewê bona danîna mine li t’irbê ew rûn rête ser bedena min. 13Ez rast dibêjime we, dinyayêda li k’u eva Mizgînya bê dannasînkirinê, wê kirina vê k’ulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê.»14Hingê yekî ji her donzdehan, ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serokên k’ahînan 15û got: «Hûnê çi bidine min, ku ez wî bidime destê we?» Wana sî zîv wîr’a soz dan. 16Ji wir þûnda ew mecalekê digerya, ku çawa Îsa bide destê wan.17Li roja pêþin, ya Cejina Nanê Þkeva, þagirt hatine cem Îsa û wîr’a gotin: «Tu li k’u dixwazî Þîva Cejina Derbazbûnê bixwî, ku em bona te hazir bikin?» 18Ewî jî got: «Her’ine bajêr, cem filan merivî û bêjine wî: ,,Dersdar dibêje: Roja min nêzîk e. Ezê Cejina Derbazbûnê þagirtên xweva t’evayî mala teda derbaz kim’’.» 19Û þagirtan usa kir, çawa ku Îsa ferman dabû wan û Þîva Cejina Derbazbûnê hazir kirin.20Êvarê ew t’evî her donzdehan ser sifrê rûniþt. 21Gava wana hê dixwar, Îsa got: «Ez rast dibêjime we, yekî ji nava we wê nemamya min bike.» 22Þagirt gelekî ber xwe k’etin û ji wan her kesî gotê: «Xudan, xa ne ez im?»23Ewî li wan vegerand got: «Ewê ku paryê xwe t’evî min t’asêda kir, ewê nemamya min bike. 24Hemî Kur’ê Meriv wê usa her’e, çawa ku bona wî hatye nivîsarê, lê wey li wî, k’î nemamya Kur’ê Meriv bike! Wîr’a hê qenc bû, ku ew qet dinê nek’eta.» 25Cihûdayê ku wê nemamya wî bikira, lê vegerand got: «Dersdar, xa ne ez im?» Îsa wîr’a got: «Te bi zarê xwe got.»26Û hê wana nan dixwar, Îsa nan hilda þikirî da, ker kir da þagirtan û got: «Hanên, hildin bixwin. Eva bedena min e.»27Peyr’a k’as hilda þikirî da û da wan got: «Hûn hemû jî ji vê vexwin, 28eva xûna min e, bona Peymana Nû, ku bona baxþandina gunehên gelekan tê rêtinê. 29Lê ez dibêjime we, îdî ez ji vir hada ji berê vê mêwê venaxwim, heta wê roja ku ezê t’evî we P’adþatya Bavê xweda ji ya nû vexwim.»30Paþê wan zebûrek stira, derk’etin çûne ç’yayê Zeytûnê.

31Hingê Îsa gote wan: «Îþev hûn hemûyên jî ji min p’iþk bin her’in, çimkî nivîsar e: ,,Ezê þivên xim û pezê jî bela-belayî bin’’. 32Lê çaxê ez ji mirinê zêndî bim, ezê berî we her’ime Celîlê.»33Petrûs lê vegerand got: «Heger hemû jî ji te p’iþk bin dûr k’evin, lê ez qet ji te naçim.» 34Îsa gote wî: «Ez rast dibêjime te, hema îþev, hê berî bangdana dîk, tuê sê caran min înk’ar kî.» 35Petrûs gotê: «Heger dem bê, ezê bi ter’a bimirim jî, lê qet te înk’ar nakim.» Hemû þagirtan jî usa digotin.36Hingê Îsa wanr’a t’evayî çû cîkî ku Gêtþemanî dihate gotinê û þagirtanr’a got: «Li vir rûnên, heta ez her’im dera han dua bikim.» 37Wî Petrûs û her du kur’ên Zebedî xwer’a hildan, k’esir hatê, ber xwe k’et. 38Hingê gote wan: «Dilê min haqas derd û k’eder e, mîna ber mirinê. Vir bimînin û t’evî min hiþyar bin.»39Hinekî pêþda çû deverû xwe avît, dua kir û got: «Bavo! Heger dibe, bira ev k’as ji min derbaz be, lê ne ku xwastina min be, lê ya te be.»

40Paþê hate cem þagirtan, ew razayî dîtin û gote Petrûs: «Hûn nikaribû sihetekê t’evî min hiþyar bimana? 41Hiþyar bimînin û dua bikin, ku hûn nek’evine nava cêribandinê. Belê, ruh razî ye, lê beden sist e.»42Careke din Îsa dîsa çû dua kir û got: «Bavo! Heger, heta ku ez vê k’asê venexwim, nabe ku ew ji min derbaz be, bira daxwaza te be.» 43Û Îsa hat, ew dîsa xewêda dîtin, ç’evên wan ji xewê venedibûn. 44Û ew hiþtin çû, cara sisyan dua kir, dîsa ew xeber got.45Hingê hate cem þagirtan û gote wan: «Hûn hela hê razayî ne û rihet dibin? Waxt pêr’a gihîþt, ku Kur’ê Meriv bik’eve destê gunehk’aran. 46Rabin em her’in. Va ye, ewê ku nemamya min dike nêzîk bû.»47Ewî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji wan her donzdehan bû hat. Wî ji alyê serokên k’ahînan û rûspyên cimetêda k’omeke giran xwer’a anîbû, bi daran û þûran. 48Nemamê wî eþaret dabû wan û gotibû: «Ez her’ime rûyê k’ê, ew e, wî bigirin.»49Hingê Cihûda nêzîkî Îsa bû û got: «Silav li te, dersdar!» û çû rûyê wî. 50Îsa gote wî: «Heval, tuê çima hatî?» Hingê ew pêþda hatin, dest avîtine Îsa û ew girtin.51Yekî ji ewên ku t’evî Îsa bû, rabû þûrê xwe k’iþand li xulamê serokk’ahîn xist û guhê wî pekand. 52Wê gavê Îsa gote wî: «Þûrê xwe bike cî. K’î þûr hilde, ewê bi þûr her’e. 53Te t’irê ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim, ku hema niha ji donzdeh ordyan zêdetir milyaketan bigihîne min? 54Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî, ku dibêjin, gerekê aha bin?»55Wê gavê Îsa gote wê k’oma hatî: «Qey bêjî, hûn derk’etine ku yekî t’alank’ar bigirin, ku bi daran û þûran hatine min bigirin? Ê ne ez her roj t’evî we p’aristxanêda rûdiniþtim û min hûn hîn dikirin, lê we ez nedigirtim. 56Lê ev her tiþt bûn, ku nivîsarên pêxemberan bêne sêrî.» Wê demê hemû þagirtan ew hiþt û revîn.57Lê yên ku Îsa girtin, ew birine cem Qeyafayê serokk’ahîn, li k’u qanûnzan û rûspî civyabûn. 58Petrûs jî ji dûrva heta hewþa serokk’ahîn, p’ê-p’ê pey wî hat, çû hindur û li nav xizmetk’aran rûniþt, ku bizanibe axirî wê çawa be.59Serokên k’ahînan û t’emamya civîna giregiran jî þehdetîke derew miqabilî Îsa digeryan, ku wî bikujin, 60lê nedîtin. Gelek þehdên derew jî hatin, dîsa sedemek nedîtin. Paþê du þehdên derew pêþda hatin 61û gotin: «Evî got: ,,Ez p’aristxana Xwedê dikarim hilþînim û nava sê rojanda wê dîsa çê kim.’’»62Serokk’ahîn rabû ser p’yan û gote wî: «Bona van þehdetyên ku evana miqabilî te didin tu çima cabekê nadî?» 63Lê Îsa dengê xwe nekir. Serokk’ahîn dîsa gote wî: «Ez te bi Xwedêyê zêndî didime sondê. Mer’a bêje, tu yî Mesîh, Kur’ê Xwedê?» 64Îsa gotê: «Te bi zarê xwe got. Lê ez dibêjime we, hûnê ji vir hada Kur’ê Meriv li cem Yê Zor, li alyê wîyî rastê rûniþtî û li ser e’wrên ezmênva tê bibînin.»65Hingê serokk’ahîn k’incên xwe qelaþtin û got: «Evî k’ifirî kir! Îdî þehde çî mer’a ne? Va ye we niha k’ifiryê wî bihîst? 66Weva çawa k’ifþ dibe?» Wana jî lê vegerand got: «Wî dik’eve, ku bê kuþtinê.»67Hingê t’ûyî rûyê wî kirin û bi k’ulman lêdan, hinekan jî þemaq lê didan 68û digotinê: «Mesîh, mer’a pêxembertyê bike, k’a k’î bû, ku te xist?»69Hingê Petrûs derva li hewþêda rûniþtibû. Carîk hate cem wî û got: «Tu jî t’evî Îsayê Celîlê bûyî.» 70Lê ewî li ber hemûyan înk’ar kir got: «Ez nizanim tu çi dibêjî.»71Û gava ew çû ber derge, yeke din ew dît û gote yên li wir hizûr: «Evî han jî t’evî Îsayê Nisretê bû.» 72Wî dîsa bi sond înk’ar kir got: «Ez wî merivî nas nakim.»73Demekê þûnda ji merivên wir çûne cem Petrûs û gotinê: «Bi rastî jî tu ji wan î, çimkî zaravê te jî te difiroþe.» 74Hingê wî da nifiran, sond xwar got: «Ez wî merivî nas nakim.» Hema wê gavê dîk bang da 75û Petrûs ew gotina Îsa bîr anî, ku gotibûyê: «Berî bangdana dîk, tuê sê caran min înk’ar kî.» Ew derk’ete derva û k’ele-k’el girya.
271Çaxê sibeh ron bû, t’evaya serokên k’ahînan û rûspyên cimetê li hev þêwrîn, ku Îsa çawa bidine kuþtinê. 2Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.3Hingê Cihûdayê ku nemamya wî kir, dît ku Îsa hate bendkirinê, p’oþman bû, çû ew sî zîv vegerande serokên k’ahînan û rûspyan 4û got: «Min guneh kir. Ez bûme bayîsê xûna bêsûc.» Wan jî gotê: «Mer’a çi, tu zanî.» 5Wî jî ew zîv avîtine nav p’aristxanê, derk’et çû (qet avîte stukura xwe) û xwe dardakir.6Lê serokên k’ahînan zîv hildan û gotin: «Ne rast e, ku em van t’evî xezna p’aristxanê kin, çimkî ew maþê xûnê ye.» 7Hingê ew li hev þêwrîn û bi wan zîvan erdê Axînker k’ir’în, bona gor’ên xerîban. 8Lema ew erd heta îro jî «Erdê Xûnê» tê gotinê.9Hingê ew gotina bi zarê Yêremya pêxember hate sêrî: «Sî zîv bahê wê dan, weke wî bahê ku lawên Îsraêlê qayl bûn 10û ew dane erdê Axînker, çawa Xudan ferman da min.»11Îsa ber welî sekinî, ewî jê pirsî: «Tu yî p’adþayê cihûyan?» Îsa got: «Te bi zarê xwe got.» 12Lê gava serokên k’ahînan û rûspyan ew gunehk’ar dikirin, wî qet caba t’u kesî neda. 13Hingê Pîlato gote wî: «Tu nabihêyî çiqas þikyatê te dikin?» 14Wî dîsa caba t’u kesî neda, heta ku welî jî þaþ ma.15Xeysetê welî bû, ku cejinêda bi xwastina cimetê girtîkî ji hebsê wanr’a berda. 16Hingê girtîkî k’ifþ hebû hebsêda, navê wî Barabas.17Gava ew civyan, Pîlato wanr’a got: «Hûn k’îjanî dixwazin ez bona we ber’dim: Barabas yan Îsayê ku Mesîh tê gotinê?» 18Ewî zanibû, ku ji hevsûdyê Îsa dabûne destê wî.

19Çaxê ew li herema dîwanê rûniþtibû, jina wî cab serda þand got: «K’arê te ewî bêsûc nek’etye, çimkî îþev xewnêda bona wî gelek tiþt hatine serê min.»20Lê serokên k’ahînan û rûspyan cimetê razî kir, ku Barabas bixwazin û Îsa unda bikin. 21Welî dîsa gote wan: «Hûn ji van her duyan k’îjanî dixwazin, ku ez wer’a ber’dim?» Wan jî lê vegerand: «Barabas!» 22Pîlato gote wan: «Lê Îsayê ku wîr’a Mesîh dibêjin çawa bikim?» Hemûyan jî got: «Bira bê xaçkirinê!»23Welî got: «Evî çi xirabî kirye?» Hingê wana dengê xwe hê bilind kirin û gotin: «Bira bê xaçkirinê!» 24Pîlato jî dît, ku t’u tiþt alîk’aryê nade, lê hê þer’-de’w dest pê dibe, av hilda li ber hizûra cimetê destên xwe þûþtin û got: «Ez ji xûna vî bêsûc im. Hûn xwexa binihêrin.»25Û t’emamya cimetê caba wî da got: «Bira xûna wî li ser me û lawên me be!» 26Hingê Pîlato Barabas wanr’a berda, lê Îsa da ber qamçyan û da destê wan, ku bê xaçkirinê.27Hingê eskerên welî Îsa birine hindurê rewþxana welî û t’emamya refa eskeran ser wî civya. 28K’inc jê þiqitaqndin û çuxekî sorê-gevez lê kirin. 29Paþê t’acgulîk ji stiryan vegirtin dane sêrî û qamîþek jî dane destê wîyî rastê. Hingê li ber wî çok dan, qerfê xwe wî kirin û gotin: «Xaþ be, p’adþayê Cihûyan!»30T’ûyî wî kirin, qamîþ hildan sêrî xistin. 31Pey qerfkirinêr’a çuxê sor jê êxistin û k’incên wî lê kirin û ew dane pêþya xwe birin, ku xaç bikin.32Gava ew derk’etine derva, eskeran yekî ji Kûrênê dît, navê wî Þimhûn, p’êyî ser kirin, ku xaçê Îsa hilde. 33Ew gihîþtine wê dera ku wêr’a Golgota digotin, ku tê femkirinê: «Cyê Qafê miryan.» 34Þerab, zirav t’evkirî, danê ku vexwe. Lê gava wî te’m kir, nexwast vexwe.35Ew xaç kirin, ser k’incên wî p’eþk avîtin û li nava hevda bela kirin. 36Paþê li wir rûniþtin, nobedarî wî kirin. 37Neheqya wî nivîsîn danîn fêza serê wî: «Ev Îsa, p’adþayê Cihûyan e.»38Hingê du t’alank’ar jî wîr’a hatine xaçkirinê, yek li alyê rastê û yê din jî li alyê ç’epê. 39Û Ewên ku wirr’a derbaz dibûn ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihejandin 40û digotinê: «Ne teyê p’aristxane hilþanda û sê rojanda çê kira? De xwe rizgar ke, heger tu Kur’ê Xwedê yî! Ji xaç were xwarê!»41Usa jî serokên k’ahînan, qanûnzanan û rûspyan t’evayî qerfê xwe wî dikirin û digotin: 42«Xelq rizgar kir, lê nikare xwe rizgar bike! Gelo ev ne p’adþayê Îsraêlê ye? De bira niha ji xaç bê xwarê û emê bawerya xwe wî bînin.43Gumana xwe danî ser Xwedê, de bira niha wî rizgar bike, heger Xwedê jê razî ye, çimkî digot: ,,Ez Kur’ê Xwedê me’’.» 44T’alank’arên bi wîr’a hatine xaçkirinê jî usa ew bêhurmet dikirin.45Nîvro, ji siheta donzdehan heta siheta sisyan t’emamya erdê bû tarî. 46Nêzîkî siheta sisyan Îsa bi dengekî bilind kire qîr’în û got: «Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?» Ku tê femkirinê: «Xwedê min, Xwedê min, te çima ez berdam?» 47Ewên nêzîk sekinî, gava ev xeber bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas dike.»48Yekî ji wan lez bezî, kevz hilda sirkêda kir, qamîþek pêva danî û da wî, ku vexwe. 49Lê hinekên din gotin: «Bisekine. Em binihêrin, k’a Êlyasê bê wî rizgar ke?»

50Îsa dîsa bi dengekî bilind kire gazî û ruhê xwe da.51Hingê p’erda p’aristxanê ji serî heta binî qeliþî, bû du p'arî. Erd hejya, kevir qeliþîn, 52t’irb vebûn û gelek qalibên miryên buhurtî zêndî bûn. 53Ew ji t’irban, pey zêndîbûna Îsar’a derk’etin û çûne Bajarê pîroz û gelekan ew dîtin.54Û gava sersed û yên pêr’a, ku nobedarî Îsa dikirin, erdhej û her tiþtên bûyî dîtin, saw û tirsê ew girtin û gotin: «Rastî jî ev Kur’ê Xwedê bû!»

55Li wir gelek k’ulfet jî hebûn, ku ji dûrva dinihêrîn. Ew ji Celîlê bona xizmetkirinê li pey Îsa hatibûn: 56Meryema Mejdelanî, Meryema dya Aqûb û Ûsiv û dya her du kur’ên Zebedî jî li nava wanda bû.57Berî êvarê merivekî dewlemendî ji Arîmetyayê, navê wî Ûsiv, hat. Ew jî yek ji þagirtên Îsa bû. 58Ew çû cem Pîlato û cinyazê Îsa ji wî xwast. Wê gavê Pîlato ferman da, ku cinyaz bê dayînê.59Ûsiv cinyaz hilda, qedekê k’itanîyî paqijda k’efen kir 60û li t’irba nûda danî, ku bona xwe qeyakêda k’olabû. Paþê ewî kevirekî mezin holî ber derê t’irbê kir û çû. 61Meryema Mejdelanî û Meryema din li wê derê bûn û pêþberî t’irbê rûniþtibûn.62Roja din, ku pey înyêr’a ye, serokên k’ahînan û fêrisyan civyane cem Pîlato, 63gotin: «Em xulam, bîra meda ye, ku ewî derewîn çaxê hê zêndî bû digot: ,,Ezê roja sisyan ji mirinê zêndî bim’’. 64Niha fermanê bide, ku heta roja sisyan miqatî t’irbê bin, nebe ku þagirtên wî bên wî bidizin û cimetêr’a bêjin: ,,Ew ji mirinê zêndî bûye’’. Û xalifandina paþin ji ya pêþin xirabtir be.»65Pîlato wanr’a got: «Va ne, wer’a eskerên nobedar. Her’in, çawa hûn zanin usa miqatyê t’irbê bikin.» 66Ew jî çûn miqatî t’irbê kirin: kevir mor kirin û eskerên nobedar li ber danîn.
281Pey þemyêr’a: roja yekþemê, sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin, ku t’irbê bibînin. 2Niþkêva erd qayîm hejya, çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hate xwarê, kevir ji ber t’irbê wêda kir û ser rûniþt.3Dîndara wî mîna birûskê bû, k’incên wî jî mîna berfê sipî bûn. 4Nobedar ji tirsa wî t’evîhev bûn û bûne mîna miryan.5Milyaket gote wan k’ulfetan: «Netirsin! Ez zanim, ku hûn Îsayê ku hate xaçkirinê digerin. 6Ew ne vir e, çimkî ji mirinê zêndî bûye, çawa ku wî gotibû. Werin wî cyê ku ew lê hate danînê binihêrin. 7Zû her’in þagirtên wîr’a bêjin: ,,Ew ji mirinê zêndî bûye û ewê berî we her’e Celîlê. Li wir hûnê wî bibînin’’. Va ye min wer’a got.»8Ewana bi saw û þabûneke mezin lez ji t’irbê derk’etin û lezandin, ku þagirtanr’a bêjin. 9Niþkêva Îsa rastî wan hat û got: «Silav li we!» Ew nêzîkî wî bûn, xwe avîtine nigên wî, girtin û ew hebandin. 10Hingê Îsa gote wan: «Netirsin! Her’in birayên minr’a bêjin, ku ew her’ine Celîlê û li wir wê min bibînin.»11Gava k’ulfet çûn, ji nobedaran hinek hatine bajêr û tiþtên ku bibûn serokên k’ahînanr’a gotin. 12Serokên k’ahînan t’evî rûspyan civyan û þêwrîn. Paþê wan gelek p’ere dane nobedaran 13û gotin: «Bêjin: ,,Çaxê em xewêda bûn, þagirtên wî hatin ew dizîn’’.14Û heger ev yek bigihîje ber guhê welî, emê ziman wîr’a bibînin û we bêxem bihêlin.» 15Wan jî p’ere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nava cihûyanda heta roja îroyîn bela bûye.16Her yanzdeh þagirt jî çûne Celîlê, wî ç’yayê ku Îsa wanr’a gotibû. 17Gava ew dîtin, ew hebandin, lê hinek dudilî bûn.18Îsa nêzîkî wan bû, wanr’a xeber da got: «Hemû hikum minr’a hate dayînê: li ezmên û li ser erdê. 19Niha her’in her miletan bikine þagirt û bi navê Bav, Kur’ û Ruhê Pîroz wan binixêmin20û hemû t’emyên ku min dane we miletan hîn bikin, ku ew wan xwey bikin. Awa, ji îroda girtî, heta axirya dinyayê ez t’evî we me!»